Me rexistineke çava li bakur divê?

Me rexistineke çava li bakur divê?

Divê PAK ji bîr neke ku hezkirin wan, dilsozên wan û tereftarê wan gelek in, lê ew niha li bendê ne ku PAK xwe di warê siyaseta PKK ê de bêtir zelal bike

A+A-

Bûbê Eser

Me rexistineke çava li bakur divê? Ez di wê baweriyê de me ku îro vê pirsê bersîva xwe zûde girtiye lê ka yê wê têxin jiyanê? Ji bona rêxistineke weha bikeve jiyanê, çend kesên wêrek û yên li ser doza neteweya xwe bi durustî kar dikin lazim in.

Ma gelo kesên weha tune ne? Hene lê kêm in. Henin lê bê qawet in. Henin lê nikarin ji ber hin berjewendiyên xwe ê rêxistinî vê bikin. Henin lê ne wêrek in. Helbet henin lê ne di wê mistewaye de ne ku wan tiştên min li jor bi nav kir pêk bînin.

Heger em vegerin, me rêxistineke çawa li ba kur divê?

Berî her tiştî ew rêxistin divê bi tu awayekî xwe nêzîkî pkk dem û dezgehên wê neke. Ew rêxistin divê li her cih û warî dijminiyatiya pkkê dem û dezgehên wê neke. Ji ber ev hatiye ceriban tu fêde nedaye. Ji dêlva vê divê karê xwe bikin. Ew rêxistin divê bi her awayî û bê tirs hemû kiryarên pkk, dem û dezgehên wê bi eşkerayî bêjin û li dij derkevin.

Heta ku li bakure kurdistanê rêxistineke weha nexuliqe wê tu caran bakurê kurdistanê azad jî nebe. Çima hûn dizanin?

Ji ber ku PKK li gel hemû dem û dezgehên xwe, ji bona kurd neghêje azadiya xwe û ji bon welatê kurdan, kurdistan azad nebe, çi ji destê wan tê  texsîr jî nakin.

Heger heta niha ango piştî darbeya leşkerî ya 12 îlona sala 1980ê rêxistineke li ser bîr û bawriya neteweyî, bi durustî, dilsozî û bi wêrekiyeke bê sînor derneketiye ango derneketibe sedem pkk ye, lê ne ya sereke ye.

Ev sedem baş tê zanîn lê sedema, xwe ji wê nedûrgirtinê mixabin nayê zanîn. Tê zanîn lê nayê hesabên hin kes, kesayetî û rêxistinan.

Heger mirov bala xwe bide rêxistinên bakurê kurdistanê mirovê bibîne ku îro piraniya wan ketine rewşeke tenê xwe pesindan û bixudandinê. Lê pirêzên hemûyan jî diyar e.  Îro li bakur kurdistanê kes ango rêxistinên me yên heyî bi awayekî vekirî û eşkere tiştên li welêt diqewimin, ji bona xelkê nabêjim ango vê nisûbetê zelal nakin, wê sibê hin hesap ji wan jî bê pirsîn...

Îro pkk bi her awayî ji bona nebiserketina kurdan kar dike. Ne ku ez vê ji ber xwe de dibêjim. Carekê dîroka wê bixwînin û ji roja derketiye heta îro ka ji bona gelê kurd û xelkê kurdistanê çi anîna çi birine. Kar û fêdê bidin ber hev. Kîjan ji van zêde be maneye xwe ew e ku ew bi serketiye.

Ma gelo li ku derê cîhanê hatiye dîtin ku cihên ku hîsên netweyî lê xurt be, ew cihên di destê wê rêxistina ku li wan derana xelkê bi piranî dengê xwe dabe wan, de be. Bi gotineke din yanî wir yên wan e, mala wan be. Lê çima mala xwe xerab dikin? hin vê nizanin, yên dizanin jî bi eşkereyî nabêjin. 

Li vê cîhana ku em lê dijîn heta niha tenê pkk xwestiye an dixwaze bi kulana xendekan welatê xwe xilas bike(!!!) ez bawerim ev kirî ye û dike. Ji ber ku Kurdistan vala kirine û mirovên li ser wê erda xwe dijiyan koçber kirin. Piştî ku karê malxerabkirin û malwêraniya xwe diqedînin, dibêjin "me karê xwe qedand" û vedikişin.

Dema mirov ji wan bipirse gelo we kîjan kar qedand?  Ji xwe wan bi xwe berîva xwe dan û gotin: "me nexwest akp wan deran xerab bike" Yanî me karê wan jî kir. Karê li gor daxwaza karbidestên dewleta tirk li gor dilê wan qedanin bi zimanekî din û bi awayekî din dibêjin, da xelk weke wan bi rastî welat azad kiribe fêm bikin.

Belê baş tê zanîn ku PKK û kulandina xendekên wan bû sebeb da ku xelk cih û warê xwe terk bikin û bised hezeran xelk ji cih û warê xwe reviyan. Mirov dikare bipirse û bêje; Gelo karê we ev bû ku weqedand?

Bi salan e ku karbidestên dewletê dixwestin kurdistanê vala bikin, lê nikarîbûn, niha bi saya kê ev kirin? Ma ne hûn bûn sedem ku welat wêran û talan bû.

Mirov dikare tistên weke vê gelekî dirêj bike û binivîsîne, lê ez bawerim mesele hate fêm kirin,

Loma ez dibêjim ku rêxistineke van kiryarên pkk ku kirine bêjin û li dij derkeve lazim e. Ev jî divê bi qaweteke bê hempa, bi awaeyekî berfireh, divê bê kirin. Bi gotina rêxistinekê û çend kesên serbixwe ev mesele hal nebûye nabe jî.

Çareserî ew e ku divê rêxistinên me yên ji bona azadiya gelê xwe derketine û dixwazin gelê xwe azad bikin, divê xwe bi tu awayî nêzîkî pkk nekin. Çi dema nêzîk bibe jî wê bêne şewitand. Ji ber ku pkk agir e, kes, rêxistin û kesayetiyên xwe nêzîkê wê dikin dişewitin.

Li gor min rêxistina ku îro pêwîst e; divê bi çalakiyên xwe weke PAK ê, bi zîrekbûna xwe weke PAKê, bi çalakî û xwepêşandinên ji bona doza kurd û kurdistanê weke PAKê bin.

Lê di fikir û nerînên xwe de divê hinekî ji PAKê zelaltir bin. Divê xeta nava xwe û ya PKKê bi xetên qalind destnîşan bikin û bê tirs hemû kiryarên ku PKK dikin û ne di berjewendiya gel de ne, ji PAKê hinekî zelaltir bêjin. Loma jî dibêjim ku heger PAK wan tiştên min gotin çareser bikin ew ê bibe yekane rêxistina ku xelk lê digeriyan.

Ji ber vê yekê ku rêxistina îro ji me re lazim e, divê wêrek be, bi cesaret be, li hemberî şaşiyan bê ku taswasê bike, rawestin û bêjin. Divê bêjin û li dij jî derkevin. PAKê di destpêkê de di vî warî de gavên baş avêtine. Hêvîdarim ku xwe sist nekin (ku îro weha xuya ye) û xeta nava xwe û pkk ê bêtir zelal bikin. Wê serketin ya wan be. Divê PAK ji bîr neke ku hezkirin wan, dilsozên wan û tereftarê wan gelek in, lê ew niha li bendê ne ku PAK xwe di warê siyaseta PKK ê de bêtir zelal bike. Ev zelalî çiqasî zû bikeve jiyanê wê ewqasî zû wan kesana bikevin nava PAKê...28.05.2015

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin