McGurk: Em nahêlin çekdarên girtî yên DAIŞê careke din bibin gef

McGurk: Em nahêlin çekdarên girtî yên DAIŞê careke din bibin gef

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de ragihand, ku çekdarên girtî yên DAIŞê ku ji 40 welatan hatibûn nav Sûriyê nayên azadkirin û daxwaz ji hevpeymanên xwe kir, ku vî barê giran bi wan re hilgirin.

A+A-

Brett McGurk bi berpirsên wezareta berevaniya welatê xwe re civiya û pirsa çekdarên biyanî yên DAIŞê, ku niha li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk girtî ne, gotubêj kir.

 

Di konferansekê de, McGurk ragihand, ku pirsa çekdarên biyanî yên DAIŞê yên girtî girêdayê wan 40 welatan e, ku ew çekdar ji wan welatan derbasî nav Sûriyê bûne û tevlî DAIŞê bûne, ji ber vê yekê divê hevpeymanên Amerîkayê alîkariyê bikin, daku ew kes di dema bihê de nebin gef li ser ewlehiya wan.

 

Brett McGurk got, ku Xaça Sor a Navdewletî dikare serdana van çekdarên girtî li Sûriyê bike.

 

McGurk herwiha da xuyakirin, ew rê nadin ku çekdarên girtî yên DAIŞê di nava zîndanan de bibin grûpeke din û di demên pêş de bibin gef û metirsî.

 

McGurk got: “Em piştrast dibin ji wê yekê ku di nava Sûriyê de ew xelk li cihekê dibin, ku nekarin bi şêweyekê hêsan bi hev re bicivin, ji bo ku di pêşerojê de nebin gef. Em dixwazin piştrast bin, ku ew bi ti awayî nikarin (ji zîndanan) derkevin.”

 

Berî vê yekê jî, berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, ku ji 44 welatan 900 çekdarên DAIŞê li cem wan girtî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin