Mazlûm Kobanî ji bo Rojava bang li Rûsya û Amerîkayê kir

Mazlûm Kobanî ji bo Rojava bang li Rûsya û Amerîkayê kir

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî ji ber operasyona nû ya Tirkiyê bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Rûsya û Amerîkayê kir, kar ji bo aramkirina rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikin.

Roja Sêşembê 22ê Mijdara 2022an, Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ji ajansa AFP a Fransî re ragihandiye, “Em dê di hewlên xwe de giraniyê bidin ser aramkirina rewşê û her tiştek ku ji destê me were em dê bi rêya aliyên pêwendîdar bikin.”

Mazlûm Kobanî gotiye, “Em amade ne ku herêma xwe biparêzin, lê em bang li hemû aliyan dikin, Rûsya û Amerîka jî di nav de, ku rêz li sozên xwe bigirin, daku bi gotina xwe rê li operasyoneke nû ya Tirkiyê bigirin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, “divê Amerîka helwesteke tund nîşan bide daku her nebe rê li bombebarankirina xelkê sivîl bigire.”

Di dawiya meha Tebaxa îsal de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê berdewamiya operasyonên leşkerî yên wî welatî li derveyî sînor ragihandibû, Careke din ez ji hemû cîhanê re dibêjim heta ku em ewlehiya sînorên xwe yên başûr heta kûrahiya 30 kîlometroyan misoger nekin, hewldanên me bi dawî nabin.

General Mazlûm Kobanî ji AFPê re destnîşan kiriye, “Tirkiye dixwaze tevahiya herêma sînor a bi kûrahiya 30 kîlometreyan dagir bike, daku weke ku ew îdîa dike herêmeke aram ava bike” û amaje bi wê yekê jî kiriye ku Tirkiye dixwaze paşê wê navçeya aram weke karteke danûstandinê ji bo zêdekirina hegemoniya xwe li Sûriyê bikar bîne.

Tirkiyê roja Yekşembê 20ê Mijdara 2022, operasyoneke nû bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û herwiha Rojavayê Kurdistanê bi navê Pence-Şûr dest pê kir û gelek cih û navçe û herwiha pêgehên PKKê û HSDê bombebaran kirin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê di êrîşên nû yên Tirkiyê de bo ser çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji wan leşkerên Artêşa Sûriyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin