Mattis: Me hemû tişt digel Tirkiyeyê çareser nekiriye

Mattis: Me hemû tişt digel Tirkiyeyê çareser nekiriye

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattisî diyar kir ku ew û Tirkiye wek hev difikirin ku divê herêmên ji DAIŞê tên rizgarkirin ji gelê herêmî re bên hiştin û li ser meseleya Minbicê jî got: Nikarim bibêjim me hemû çareser kirin."

A+A-

Mattis di vegera xwe ya ji geşta Ewropayê de di balafirê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Wezîrê amerîkî diyar kir ku wek Tirkiyeyê difirkin ku divê kontrola herêmên ji DAIŞê hatine stendin ji gelê herêmê re bê hiştin û got:

"DI MIJARA HERÊMÊN RIZGARKIRÎ DE, EM WEK TIRKIYEYÊ DIFIKIRIN"

Em û Tirkiyeyê wek hev difikirin ku divê kontrola herêmên razgarkirî ji xwecihan re bê hiştin û em ê bi Tirkiyeyê re li ser xwecihên kontrol xistiye destê xwe û hemû mijarên din ên baldariyê xera dike, ji rê vedigerîne û provokatîv jî bixebitin. Gelek qad hene ku em li di wan de wek hev difikirin.Mattisî bi bîr anî ku bi Fransa, Îtalya, Îspanya û Tirkiyeyê re dixebitin, Tirkiye hevalbendê Amerîkayê û got ku gelek mijar di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene.

Herwiha Mattisî destnîşan kir ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî li hev kiriye ku herdu welat di gelek mijaran de bi hev re bixebitin.

NIKARIM BIBÊJIM ME HEMÛ TIŞT BI TIRKIYEYÊ RE ÇARESER KIRIYE"

Li ser pirsyareke têkilîdarî avakirina mekanîzmeyek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo hebûna PYDê li Minbicê, Mattisî wiha got: "Ez nikarim bibêjim ku me ev hemû çareser kirin. Ev jî tê wê wateyê, em li ser dixebitin. Em di vê mijarê de birijd in.

Ji aliyê din ve, wezîrê amerîkî destnîşan kir lu divê xebat were kirin bê ev mekanîzme çawa dê li Efrînê jî bixebite.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin