Marş… Marş…

Marş… Marş…

.

A+A-

Çayan Okuducî

Bajerek çima heftê du car -roja înê û duşemê- marşek dixwîne û dide xwendin? Gelek kes di nav çarşiya Ayvalikê de bi sedema marşê kutan xwariye, hatiye lînç kirin. Bajarek ji nişkava vedigere lincê.

Ez ne şaş bim ya sala 90î bû yan jî 91 bû. Li Fargîna qedîm û berxweder her roj berêvarê texribent li der dora saet 16.00-17.00an de leşker derdiketin meşê. Bi denge bilind, wisa ji dil, bi hêz û rastiya rastî jî di bingeha xwe de tirsa mezin dihewand. Vêga em welatek û bajerên wî temaşe dikin, em dibînin ku her tim di tirsek mezin dane. Dîsa welatî jî di nav tirsek dane. Yanî herdu jî ji hev heznakin û her tim bi tirs hevûdin dişopînin. Meseleya me jî di esasê xwe de di vê da hatiye girêdan. Teknîk û şêwaza sîstemê li ser civakê û kesan gelek caran bi pratîka “tavşan kaç tazi tut” dimeşe. Çimkî ev pergal wisa dibêje: tu hîç î û ti mafê te tineye di vê pergalê da. Ger kes an civak yan jî bi gel re çaxê li dijî pergala hîçbûnê serî tê bilindkirin, bi destên parêzvanên sîstemê va êrîşên tinekirinê destpêdike. Ev êrîşên tinekirinê sed sale bênavber tê kirin. Ji sed salî zêdetire gelê me bi edebiyata xwe, muzîka xwe, çîrokên xwe, dengbêjiya xwe, bi xiyal û hêviyên xwe pergala desthildaran pûç kiriye.

Dikarin her tiştî bişewitînin, xerabikin lê nikarin zimên ji holê rakin. Do çend nivîskarên me hebûn îro bi her dîsîplîna zanîstiyê va nivîskar û lêkolînerên me bi zimanê xwe hebûna xwe neqş dikin. Îro, ji do çêtir nîne? Hin kes wê li çokên xwe bixin, hin kes wê pêşiya xwe binêrin û serbikevin!          

Leşker çaxê dimeşiyan li pêşiya wan bandoyek hebû. Bi dengê bandoyê zarok hemû li kêlaka cadeyê rêz dibûn û heta bando û leşker diketin alaya xwe me wan temaşe dikir. Bi aqlê zaroktiyê û bi dengê bandoyê me carcarna çepika jî lê dida. Lê piştî çepikan em diketin valahiyek. Bi coş a bandoyê çepikên ku dihatin lêxistin bi poşmanî û xeletiyek vedigeriya me. Bi vê sucdariyê çaxê me derî vedikir û em diketin malê, deng ji me dernediket. Di cîhê xwe de em diteviziyan. Bi vê nivîsê ez çûm sîh sal berê, bêguman her tişt bi kitekit nay bîra min lê atmosfera wan rojan û hin detay weka îro tê bîra min. Do, ji îro ne cûdaye, zilm û neheqî her ku çûye bêhtir bûye. Lê îmkan û têkoşîna îroyîn ji do zêdetir û berfireh e. Ev îmkan û têkoşerî bi bedelên mazin û giran hatiye dayîn. Kin û kurtasî berxwedan jiyan bû, jiyan hebûn bû. Û bi vê hêza xwezayî û rêxistinê, deng xurttir bilind dibû, tirs dihat qelaştin û diquncifî. Ji xwe bawer esman û erd bi hêvî, hebûn û têkoşîna xwe ya bêhempa tije dikir. Hafiza çi xweş e û lenet e! Helbesta Aimé Césaire ku bo Benjamîn Péretê bi navê “Tamtamê” diyarî kiribû em bixweynin:

Tamtam

Robarên ku xweyna axê diherike tê da
Xweyna tava derizî
Xweyna bizmara sed tavî
Xweyna bisbisokên/agirê şevê xwekuştine
Xweyna xweliye, xweyna xwêyê
Xweyna evîna xweynê
Agirê çûkên ku bi agir va hatiye dorpêçkirin, xweyna wê
Bila di hindeêe te da masîxur û baz bilind bibin
Bilind bibin û bişewitînin

Eynî sal agirê Newrozê li navçeyê di nav kûçe û ser cadeyan de agirê hebûnê bilind û geş dibû. Wek helbestkar di helbesta xwe de diyar kiriye; “bilind bibin û bişewitînin”. Agir bilind dibû, deng bilind dibû û kolanên bajêr bi dengê gullayan dişewitî. Bi çavê zarokatiyê çaxê ew dîmenan li ber xwe radixim û lê temaşe dikim çi rojên dijwar, rûmet, fedakar û bi eks bû. Ev dijwarî şiklê xwe, dev û suretê xwe guhartî be jî; di bingeha xwe de, nêrin û helwesta wî de ti tiştek neguheriye. Hê jî baş tê bîra min agirê ku hatibû pêxistin rêyek hêma dikir, agirek bi perçe perçe dimeşiya. Agirek bi her gavê xwe baweriyê geş dikir û têkoşeriyek fedakarî bibîr dixist. Agirek em li vir in. Agirek em henin û emê her tim hebin, bû.

Gelek caran ya diya min yan jî ji malê mezinek çûndina me ya ber bandoyê asteng dikir, lê dîsa jî bo xatirê dengê bandoyê û temaşekirina wî me xwe di kulekan re derbas dikir û me xwe digîhijand ser cadê. Postalên leşkeran bi hêza xwe ya herî xurt radibû û li ser asfalt diket. Dengê ku derdiket olan dida li ser cadê. Temaşevan tenê zarok bûn, bi hişê me dilîstin û tirsa dil dixwestin her tim zindî bimîne. Îro baş fem dikim ku postalên li erdê diket peyamek dida welatiyên… Ji xeynî dengên postalan dengek ji qirika leşkeran bilind dibû. Ev deng: ne mutlu türküm diyene û vatan sana canım feda bû.

Di dawiya meşê da leşkerên li ber deriyê alayê bi marşa îstîklalê ji ber çev hinda dibûn. Her roj ev li çarşıya Silîva didomiya û bênavber xwe dubare dikir. Wext derbas dibû, Newroz li ser agirên tekelekan geş dibû û temen çiqas mezin dibû fem û armanca vê pratîk û peyama ku di xwe de dihewand, di hiş de ji xwe re cîh ava dikir û rengê xwe diyar dikir. Rih xwe wek anarşîstek amade dikir, ji her tiştî re ret kirinê dida pêş. Tiştê meriv dijî, tiştê ku paşiyê rojek ji rojan ev helbesta Abdullah Peşêw bi navê Îsal Newroz Nakim leqayê min hat û ez ketim nav bîranînên xwe. Ev du riste rojên digot fermo;

Îsal bê çiya Newroz nakim
Bê bêhna giya Newroz nakim    

Du-sê salan carek rêya mi dikeve Ayvalikê bervî berha spî va diherike. Hevalên ku me li Stembolê hevûdin nas dikir, vêga li derdorên Egeyê kampan, otelên bûtîk, apartan didin şixûlandin. Me seriyek li heval û dostan nexistana nedibû. Ev serî lêxistin her car surprîzek jî bixwe re bîne jî qasî ev surprîza ku me dî êcep û sosret nebû. Em li ser nan in. Dengek mekanîk û ji femê dûr ji hoperlorê du car anosek li bajêr belav bû. Çarşî ne qelebalix bû, li derdora me çend mase hebûn, ji nişkava rabûn ser piya û rawesteya amadeyî de marşa îstîklalê xwendin. Ez û hevala xwe bi çavek şoqî hinek jî bi kelecanî û bi pirsek “çawa çêbû?” me li hevûdin nêrt. Ji maseyên din dengê gefê û hêrs li ser me rabû. Wisa digot demokrat û modernê çewlt û tewş; “marşa îstiklalê tê xwendin!”. Em ranebûn, me xwarina xwe domand.

Lê bo parastin me li derdora xwe dinêrt, çimkî navbera xeta Tirkiye-Yewnanîstanê de faşîzmek, nîjadperestiyek bi pergalî hatiye ava kirin. Ev pergal di hindirê bajêr de li dijî kurdan tê bikaranîn û hê jî bi hemû zor û zordestiya xwe dewam dike. Bajerek çima heftê du car -roja înê û duşemê- marşek dixweyne û dide xwendinê? Gelek kes di nav çarşıya Ayvalikê de bi sedema marşê kutan xwariye, hatiye lînç kirin. Bajarek bi şiklê xwe 'modern', bi axaftina xwe herî 'demokrat' û 'azadxwaz' ji nişkava vedigere lincê, gefxwarinê, dibe kevneperez.

Hem welatiyên wî bajarê bi perwerdehiya nîjadperestî, polîtîkayên ku sîstem dimeşîne tezehûr û pratika wî me li navçeyek bi rih û dilê xwe jiya. Hevoka Alî Şerîatî bila bigîhije hawara me; “şoreşa hiş î/zihniyetê”. Kurd gelek kêm in. Turîstên biyanî hema em dikarin bêjin ku qet tineye. Çimkî bêhna faşîzmê û nîjadperestî ji bajêr tê. Turîstên navçeye pirranî 'Almancî' yên ji Almanyayê acis in. Piştî marşê xwedê kir ku kes nehat û êrîş nekir, sedama wî jî atmosfer li gor dilên nîjadperestan nebû. Em baş zanin ku di hedefa faşîst û nîjadperestan de penaber henin.

Di navbera herdu meseleyan de sîh sala heye. Di vê sîh salî de em dibînin ku sîstem tenê reng guhartiye, helwest û nêrina xwe de ti tiştek ne guhartiye. Dinya piçûk dibe, mirov bêhtir nêzikî hevûdin dibin lê zihniyeta kevn û di esasê xwe li ser dijmintiyê rabûye hê jî bi hemû hêza dijî û êrîşên xwe qut nake. Nifşên hatin û çûn mîrata ku ji rûyê erdê re hiştin dijmintî û nexweşî ye. Tu were ji hemû tiştên fermî bireve, xwe ji dîwaran bavêje, rih û hişê xwe ji pergala genî dûr bixe, bi feraset û baweriya anarşîzmê xwe biparêze û li ser sofreya navrojê leqayê marşê bibe. Carcarna jiyan bi suprîzên sosret rûyê xwe xuya dike. Bi rastî jî surprîz ên laqeyê me tên gelek caran sosret in. Dê em nivîsa xwe bi helbesta seyda Arjên Arî dawî bikin: bi geş, bi ar, bi coş û hêvî:

-şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele!

Çavkanî / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin