Mamoste Ayşe dîsa hat girtin!

Mamoste Ayşe dîsa hat girtin!

Mamoste Ayşe Çelîk a ku di dema şerê bajaran da, di programa Beyaz Showê da gotibû 'Bila zarok nemirin' dihat darizandin dîsa hat girtin.

A+A-

Mamoste Ayşe Çelîk ku di dema şerê bajaran da bi girêdana telefonê beşdarî bernameya zindî ya Beyaz Showê bûbû û gotibû 'Bila zarok nemirin' dihat darizandin.

Piştî pêvajoya darizandinê bo Mamoste Ayşe Çelîkê, salek û 3 meh ceza hatibû sepandin lê 2 caran cezaya Çelîkê, hat taloxkirin.

Piştî ku maweya taloxkirina cezayê qedîya, Çelîk çû Dadgeha Amedê û li Dadgehê hat girtin. Keça xwe ya 1.5 salî Deranê jî emanetî dîya xwe kir.

Mamoste Ayşeyê got: "Pirî xemgîn im nikarim bînim zimên. Keça min nexweş e û rewşa girtîgehê lê nayê, lewma min ew emanetî dîya xwe kir."

Mamoste Ayşeyê herwiha anî zimên ku bawerîya wê bi dadê hêj heye û hêvî dike ku vê bêhiqûqîyê ji holê rakin. Ne bawer im ku dayîkekê ji keça xwe ya yek û nîv salî veqetînin.

Çelîkê bo Dadgeha Bilind serî lêdabû lê serlêdana wê nehatibû qebûlkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin