Malbateke Qamişloyî ji bo vegerandina cenazeyê kurê xwe bang li Serok Barzanî dike

Malbateke Qamişloyî ji bo vegerandina cenazeyê kurê xwe bang li Serok Barzanî dike

.

A+A-

Mihemed Selîm xelkê Qamişlo yê ku dixwest biçe Almanyayê li welatê Lîtwanyayê di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest da. Malbata wî ji bo vegerandina cenazeyê Mihemed Selîm bang li Serok Barzanî kirin.

Mihemed Selîm ji bo siberojeke baştir bo herçar zarokên xwe, rêyeke zehmet û bitirs da ber xwe. Ji mirina di daristanan de rizgar bû lê bû qurbaniyê bûyerê çanûhatinê li welatê Lîtwanya. Bi gotina malbata wî, wî berê xwe dabû Almanyayê.

Hevjîna Mihemed Selîm Hediya Yûnis got, “Ji sala borî ve biryara çûna derveyî welat da. Ji ber zarokên xwe çû, ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji bo wan.”

Mihemed Selîm xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Temenê wî 57 sal e. Zêdeyî 10 salan bû li Kampa Dareşekran a li Herêma Kurdistanê dima.

Bûyera çûnûhatinê li bajarê Kalfariya yê welatê Lîtwanyayê rûda. 6 penaberên Rojavayaê Kurdistanê bi hev re bûn. 5 birîndar bûn û Mihemed Selîm û şofêrê otombîlê canê xwe jidest dan.

Pismamê Mihemed Selîm Nizar Ibrahîm got, “Polîs wan radwestînin lê ew direvin ta li stûnekî didin û piştre dikevin di nava goleke avê de. Dema ji wê golê derdikevin, dibînin ku şofêr û Mihemed Selîm canê xwe ji dest dane.”

Mihemed Selîm di 28 meha Adara îsal ji Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê ya Navdewletî berê xwe dabû Rûsyayê, ji Rûsya bi qaçaxî derbasî Bêlarûsyayê bû. Ji wê derê berê xwe dabû Lîtwanyayê, piştre wê çûba Polandê û ji wê derê derbasî Almanyayê biba ku niha piraniya koçberan di vê rêyê re diçin ta bigihin cihê xwe.

Heta niha termê Mihemed Selîm li Lîtwanyayê ye, malbat jî daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku hewlên xwe ji bo vegerandina cenazeyê bide.

Hevjîna Mihemed Selîm Hediya Yonis anî ziman, “Ev dixwazim ku dengê me bigihê Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo ku cenazeyê me vegerînin Herêma Kurdistanê.”

Xalê Mihemed Selîm Mihemed Xêr Ebdulkerîm got, “Em daxwazê ji Serok Barzanî dikin ku xwe li me bike xwedan, ji ber ku me kesek tuneye ji wî pê ve.”

Piraniya penaberên Rojavayê Kurdistanê yên berê xwe didin Ewropa diçin welatê Almanya ku tenê di 4 mehên destpêka îsal de nêzîkî 90 hezar xelkê Sûriya û Rojavayê Kurdistanê daxwaza penaberiyê li wî welatî kirine.

Piraniya kesên ku berê xwe didin Ewropayê, serok xêzan diçe û piştre dişîne dûv malbata xwe. Heger wek nimûne behsa Kampa Dareşekranê bikin, ji hejmara 2523 malbatan, ji sedî 20ê wan malbatan serok xêzan derverî welat in û malbat jî li bendê ne ku ew jî li dûv herin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin