Malbateke Kurd li Bexdayê hate kuştin

Malbateke Kurd li Bexdayê hate kuştin

Malbateke kurd ya ji 3 kesan pêk tê, li Bexdayê ji aliyê grûpeke nenas ve hatin kuştin.

A+A-

Jêderên ewlehiyê ragihandin, hejmarek kesên nenas bi çek derbasî mala welatiyekî Kurd li taxa Mensûr a bexdayê bûn û her sê endamên malbatê serjê kirin.

Jêderan amaje bi wê dan, malbat ji bav Dara Reûf, dayik Aliye necmî û keça wan Şîlan pêk hatibû.

Aşma Baban, xarziya Dara Reûf derbarê çawaniya kuştina malbata xalê xwe de ji K24ê re aşkere kir, xalê wê hemû tiştên xwe li Bexdayê firotibû û bi niyaz bû vegere Kurdistanê û li Silêmaniyê bi cih bibe.

Her çend e medyaya Iraqî belav kir, ew malbat hatibû serjêkirin, lê belê Aşna dibêje: Xal û xalojina min bi kêrê hatin kuştin û Şîlan jî girêdayî bû û hatibû xeniqandin.”

Dara û hevjîna xwe jidayikbûna salên pêncî yên sedsala bûrî ne û her du jî xaneşîn bûne. Şîlan jî Dermansaz û çalakvan bû. Pêştir di dema xwepêşandanên Iraqê de gelek alîkariya birîndaran kiribû.

Bi gotina Aşnayê, bûyera kuştinê bi plan bû û bi armanca diziyê bû.

Wê bûyerê gelek karvendan li tora civakî li pişt xwe anî. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin