Malbata Şêx Seîd: Biryara veşartina cihê gora pêşengên Kurdan siyasî ye

Malbata Şêx Seîd: Biryara veşartina cihê gora pêşengên Kurdan siyasî ye

.

A+A-

 Li Diyarbekirê, pêşengê serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di çalakiyan de malbata Şêx Seîd û siyasetmedaran bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê kirin ku cihê gorên wan bên aşkerekirin û mafên wan lê bêne vegerandin. Her dîsa hêzên asayîşê rê nedan ku Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê flamaya xwe ya li ser “Kurdistan” nivîsandî di çalakiyê de bilind bikin.

Malbata Şêx Seîd, Baroya Diyarbekirê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di 97emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî de li Qada Şêx Seîd hatin cem hev û ji dewleta Tirkiyeyê daxwaza aşkerekirina cihê gorên wan kir. Endamên malbatê gotin ku; biryara aşkerenekirina cihê gorên pêşengên kurdan biryareke siyasî ye û li dijî esasên bawerî û hiqûqê ye, li dijî vê biryarê ew jî dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Neviyê Şêx Seîd Efendî Mihemed Qasim Firat ji K24ê re got: “Em ê serî li hiqûqa navneteweyî bikin, heger em encamekî jê negirin wê demê em dê bi rêbazên xwe berdewam bin heta ku em cihê gora Şêx Seîd eşkere dikin. Çi dibe bila bibe em dest jê bernadin, ti gavekê jî paş ve navêjin.”

Di çalakiyê de siyasetmedaran gotin; ew hişmendiya ku cihê gorên pêşengên kurdan yên wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Ebdulqadir, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û kesayetên din vedişêre îro jî siyasetekê li dijî kurdan birêve dibe. Ji aliyê din ve hêzên asayîşa bajêr, rê nedan ku rêveber û endamên Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê bi flamayên xwe ku navê “Kurdistan”ê li ser bû beşdar bibin. Ciwan bi Alaya Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn.

Rêveberê Komeleya Ciwanên Kurdistanê Jiyan Tîmurtaş got: “Wêneyê Şêx Seîd, Ala Rengîn û flamaya rêxistina me hebû lê rê nedan. Her gav me jî asteng dikin, nahêlin em alaya xwe vekin. Lê dîsa jî me Ala Rengîn vekir.”

Baroya Diyarbekirê û endamên malbata Şêx Seîd Efendî, ji bo ku cihê gora Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wî bê aşkerekirin li Dadgeha 5emîn ya Îdareyê ya Enqereyê doz vekiribû. Doz hê jî bê encam e.

Çavkanî / Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin