”Mala xwe bikin dibistan û bibin mamosteyên zimanê kurdî”

”Mala xwe bikin dibistan û bibin mamosteyên zimanê kurdî”

Ger kurdî li dibistanan qedexe be wê demê her malek bikin dibistanek. Bila her dê û bav jî bibin mamosteyên zimanê kurdî.

A+A-

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi milyonan xwendekaran îro dest bi perwerdehiyê kir.  Xwendekarên tirk dê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiya xwe bibînin. Lê hezar heyf û mixabin dê ji bo xwendekarên kurd dîsa aşê bişaftin û asîmîlasyonê bê gerandin û zarokên kurdan ji perwerdehiya bi kurdî bêpar dest bi dibistanan bikin. Li Tirkiyeyê tam 93 sal in ku zimanê kurdî di perwerdehiyê de qedexe ye.

Di dema hikûmeta AK Partiyê de kurdî weke derseke bijarte hate pejirandin. Lê dersa bijarte ji bo bi milyonan kurdan ne çareserî ye. Dersa bijarte encax ji bo tirkên ku dixwazin hînê kurdî bibin dikare bibe çareyek. Daxwaza neteweya kurd ne dersa bijarte ye. Kurd dixwazin ji pêşdibistanan heta zanîngehan hemû perwerdehiya xwe bi kurdî bibînin.

Em bang li hikûmetê dikin ku demildest makezagonê biguhere û hemû astengiyên li pêşiya perwerdehî û hîndekariya kurdî rake. Em weke PDK Bakur careke din dubare dikin; asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye.

Em bangek jî li malbatên kurd dikin; bila Baran, Asmîn, Roşna û Azadan bi zimanê tirkî na bi zimanê kurdî mezin bikin. Ger kurdî li dibistanan qedexe be wê demê her malek bikin dibistanek. Bila her dê û bav jî bibin mamosteyên zimanê kurdî.

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak
19.09.2016-Amed

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin