Macron: Cîhadî ji Dîlokê çûne Qerebaxê

Macron: Cîhadî ji Dîlokê çûne Qerebaxê

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku zanyariyên piştrastkirî di destê wan de hene ku komên cîhadî ji Sûriyê çûne parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê û ji wê derê jî bo herêma Qerebaxê hatine veguhestin.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron berî Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê derbarê şer û aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de axivî.

Emmanuel Macron diyar kir ku hejmareke çekdarên ji cîhadiyên Sûriyê veqetane çûne Dîlokê ji wê derê jî ji bo eniya Qerebaxê hatine şandin ku piştevanên Azerbaycanê bikin.

Macron got: “Li gor zanyariyên me bidest xistine, çakdarên girêdayî grûpên cîhadî yên Sûriyê, derbasî Dîlokî bûne û ji wê derê jî ber bi eniya Qerebaxê hatine şandin. Ev pêşhateyeke ku dê encama gelek tiştan biguherîne. Di seatên bê de em dê li Konseya Ewropayê behsa mijarê bikin. Em vê yekê ligel Vladimir Putîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotûbêj dikin.”

Ev yek di demekê de ye ku serokên Rûsya, Amerîka û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza agirbesteke demildest li Ermenistan û Azerbaycanê kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hevserokên Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, Rûsya, Amerîka û Fransayê di wê daxuyaniya hevbeş de şer û tundûtûjiya li Nagorno-Qerebaxê şermezar kirin û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.

Serokên her sê welatan bang li serokên Ermenistan û Azerbaycanê kirin ku bêyî merc bi piştevaniya Grûpa Mînsk a Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, berpirsyariyê li xwe bigirin ji bo destpêkirina danûstandinan.

Li herêma Nagorno-Qerebax bo dema 4 roj e şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşên Azerbaycan û Ermenistanê de.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin