M. Celal Baykara li qada Pendîkê standa xwe vekir

M. Celal Baykara li qada Pendîkê standa xwe vekir

Namzetê Sebixwe yê Stenbolê M. Celal Baykara, îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê li Qada Pendîkê stant vekir.

A+A-

Îro 13ê Adarê, Namzetê Sebixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Mehmet Celal Baykara, sitanta xwe ya hilbijartinê li Qada Pendîkê vekir.

Celal Baykara û şanda pê re piştî vekirina stantê, belavok li gel û dikandaran re belav kir û elaqeyeke berbiçav wergirt.

Rêvebir û nûnerên Partîya Azadîya Kurdistanê, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê û HAK-PARê jî, li stantê, digel Baykarayî amade bûn.

Piştî belavkirina belavokan Celal Baykara, hevpeyvînek da Kurdistan TVyê û qada hişmendîya birêvebirina şaredarîyan kir.

Piştî stantê, Baykarayî, dê biçe şevbuhêrka Weqfa 78îyan û li wirê qada sedema danîna namzetîya xwe bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin