Li Zankoya Emerîkî dîdara  dest bi karên xwe kir

Li Zankoya Emerîkî dîdara dest bi karên xwe kir

Evro li Zanko ya Emerîkî li Dihokê karên dîdara (Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn) destpêkir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Evro li Zanko ya Emerîkî li Dihokê karên dîdara (Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn) destpêkir. Serokê Herêma Kurdistanê bi gotarekê pişikdarîyê din dîdaRê de dike û Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî yek ji axivtinvanên dîdarê dibe. Di navxwe û derve ya Herêma Kurdistanê de hejmareke kesatî û şarezayên karûbarên sîyasê û asayîşê dê pişikdar bin di wê dîdarê de. Kurdistan24 jî bi awayeke zindî rûmala pirogram û çalakîyên wê dîdarê dike.

Evro, Sêşembîyê, 19/11/2019 di yekem roja dîdarê de, her yek ji (Qubad Talebanî, cêgirê serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê û Bêrnar Koşner, wezîrê derve yê Firansayê yê berê) di panêlekê de behsa peywendîya di navbera (hukmranîya baş û aştî ya deverî) dikin. Dûv re jî (wêrk şopekê) dê rêkxin.

Li roja dûyem a dîdarê de çend çalakîye birêve diçin ji wan jî di destpêka karên dîdarê de, serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî gotarekê pêşkeş dike.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin