Li Yewnanistanê bi pileya 6ê erd hejiyaye

Li Yewnanistanê bi pileya 6ê erd hejiyaye

.

A+A-

Li bajarê Larissayê yê Yewnanistanê bi pileya 6ê erd hejiyaye. Rayedaran ji welatiyan xwestine ku bila nekevin malên xwe.

Li bajarê Larissayhe yê Yewnanistanê erd hejiyaye. Erdhej li gorî saeta herêmî saet di 12.16 deqîqeyan de û 7,8 kîlometro di bin erdê de çêbûye.

Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê aşkere kiriye ku erd bi pîleya 6ê hejiyaye û li pey wê jî erdhej dewam dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, medyaya Yewnanistanê gotiye li herêmê hin mal rûxiyane û li hin dêr û dibistanan ziyan çêbûne.

Erdhejê bandora xwe li Tesalya, Volos, Selanîk, paytext Atîna û Merîçê kiriye.

Her weha ji ber erdhejê têkilîdanîna bi van deran re zehmet bûye û li Elassonayê kesek di bin xaniyî de maye û birîndar bûye.

Ji gelî xwestine ku nekevin malên xwe

Akis Tselentis, Serokê Enstituyê diyar kiriye ku ew ê erdhejên li pey wê bişopînin û bila gel nekevin malên xwe.

Midûriyeta Perwerdeyê ya Tesalyayê aşkere kiriye ku wan hemû dibistan girtine û lêkolîna ziyanê destpê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin