Li Warşowayê Îsraîl û Ereb hatin cem hev

Li Warşowayê Îsraîl û Ereb hatin cem hev

Îro 14ê Sibatê li Warşowayê Paytexta Polonyayê Kongreya Rojhilata Navîn bi beşdariya serkirdeyên nêzîkî 60 welatan dest pê kir, di nava wan de jî 10 welatên Erebî jî beşdar in.

A+A-

Di kongreyê de, li ser zêdebûna çalakiyên Îran li Rojhilata navîn gotûbêj hat kirin.

Îro yekem car e serkirdeyekî Îsraîlê û berpirsên pilebilind ên Ereb di kongreyekê de derbarê Rojhilata Nanîn de beşdar dibin, piştî Kongreya Aştiyê ya Medrîdê di sala 1991an de ku bû bingeha peymaneke dîrokî ya Osloyê di navbera Îsraîl û Filestînê de.

Di vê kongreyê de, berpirsên Ereb û Îsraîlê li ser sekoyekê rawestiyan û wêneyek ji hemû endamên Kongreyê re hate girtin.  

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence destpêkirina qonaxeke nû ya pêwendiyên serkirdeyên Îsraîl û welatên Erebî ragihand, bi taybet pêwendiyên Tilevîve bi Siûdiye, Îmarat û Behrên re di kongreya Warşoyê de.

Pence got: “Em niha dibînin ku serdemeke nû di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serkirdeyên Behrên, Siûdiye û Îmaratê destpê kiriye. Em hemû bi hev re nan parve dikin û di kongreyê de dê di kongreyê de beşdarî bîr û baweriyan rast yên derbarê rikberiyên rûbirûyî navçê dibin, bibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Kongreya Warşoyê ji bo pêwendiyên Ereb û Îsraîlê bi dîrokî binav kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin