Li Wanê welatiyek li ser peyva "Ev der Kurdistan e" hat desteserkirin

Li Wanê welatiyek li ser peyva "Ev der Kurdistan e" hat desteserkirin

.

A+A-

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kasibkarê bi navê Haci Tunç ji ber axaftina xwe ya ligel Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul ku gotibû “ev der Kurdistan e” hat desteserkirin. Rêveberê Baroya Wanê Kadir Kutevi derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: "Navê wî welatî Haci Tunc e û xelkê Colemêrgê ye. Duh li bazara gel a Wanê dema ligel Mustafa Sarigul axivî ye peyva Kurdistan bikar aniye û ji ber vê yekê îro (24ê Mijdara 2021ê) hatiye desteserkirin û niha li Navenda Rûbrûbûna Terorê tê ragirtin."

Bikaranîna peyva Kurdistanê hertim li Tirkiyê dibe cihê nîqaşan û dema xelkê Bakurê Kurdistanê vê peyvê bikartînin rûbirûyê helwêsteke xirab a hêzên ewlekariya Tirkiyê dibin. Mînaka herî dawî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê pêkhat.

Li gor nûçeta Wan Haberê Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul doh 23ê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi hertiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ev der Kurdistan e. Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne. Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Piştî van gotinan Mustafa Sarigul jî got : "Li ser axa komara Tirkiyê herkes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin." 

Derbarê bûyerê de Rêveberê Baroya Wanê Kadir Kutevi ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî tekez kir ku welatiyê bi navê Haci Tunç ji ber di axaftina xwe ya ligel Mustafa Sarigul de peyva Kurdistan bikar aniye hatiye desteser kirin û got: “Navê wî welatiyî Haci Tunc e û xelkê Colemêrgê ye. Doh li bazara gel a Wanê dema ligel Mustafa Sarigul axivî ye peyva Kurdistan bikar aniye û ji ber vê yekê îro (24ê Mijdara 2021an) hatiye desteserkirin û niha li Navenda Rûbrûbûna Terorê tê ragirtin.”

Kutevî destnîşan kir ku parêzarên girêdayî Baroya Wanê hewl dane Haci Tunc bibînin, lê  ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rê bo wan nehatiye dayîn.

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê de gotibû “ev der Kurdistan e”  bi heman awayî hatibû desteserkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin