Li Wanê di nava 2 mehan de 1963 koçber hatine desteserkirin

Li Wanê di nava 2 mehan de 1963 koçber hatine desteserkirin

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nava 2 mehan de 1963 kes hatine desteserkirin, her wiha 110 kes jî bi hinceta karê qaçaxiya koçberan dikin hatine desteserkirin.

Walîtiya parêzgeha Wanê di derbarê rûbirûbûna hêzên ewlehiyê li beramberî qaçax derbaskirina koçberan de daxwiyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gorî fermana Serdozgeriya Komarê ya bajêr ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve li di navbera 1ê Îlonê ta 31ê Cotmehê de 1963 koçber hatine desteser kirin û 110 gumanbar jî bi hînceta karê qaçaxiya koçberan dikin hatine desteserkirin.

Koçberên hatîn desteserkirin piştî rêkarên dadê û îdarî radestî Navenda Vegerandinê Koçberan hatine kirin.

Di derbarê gomanbarên ku vî karî dikin de jî rêkarên edlî hatine despêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin