Li Tirkîyeyê tenê ji %3 civatê li hember îdamê ye

Li Tirkîyeyê tenê ji %3 civatê li hember îdamê ye

Bila li Tirkîyeyê cezayê îdamê ji nuh ve têkeve nav qanûnan? %88 erê, %3 na, %9 bêbiryar in.

A+A-

Ji sedî 94,5ê gel di wê bawerîyê de ye ku hewildana darbeya leşkerî li dijî demokrasîyê ye û % 84 di wê bawerîyê de ye li pişt vê hewildanê hêzên navnetewî hene.

Bi navê şîrketa MAK Şêwirdarî di nav gelê Tirkîyeyê de li ser mijarên di rojevê de ne, lêpirsînek çêkirîye.

Çend pirsên balkêş û bersîva wan ev in: Ji sedî 94,5 li ser pirsa armanca sereke ya hewildana darbeya eskerî çi bû, gotine li dijî demokrasîyê bûye.

Li ser pirsa kî/kê pêşî li ber hewildana darbeya 15ê tîrmehê girtîye, bersîv %70 serokkomar, %15 çapemenî, %7 polîs û leşkerên welatparêz in.

Li gor we li pişt hewildana darbeya 15ê tîrmehê ya li Tirkîyeyê tu hêzên navneteweyî hene? %84 erê, %5 na, %11 dudil in an tu bersîveke wan a zelal tune.
Li ser pirsa heger hin hêz li pişt hewildana derbeyê hebin, bi we kî ne, %70 DYA, %9 Îngiltere, %6 Îsraîl, %5 Almanya ye.

Bila li Tirkîyeyê cezayê îdamê ji nuh ve têkeve nav qanûnan? %88 erê, %3 na, %9 bêbiryar in.

Şîrketa MAK Şêwirdarî ev lêkolîn li çend bajaran û li kîjan herêmên Tirkîye an bakurê Kurdistanê û li ser çend kesan kirîye dîyar nekirîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin