Li Tirkîyeyê di rojekê de hezar û 186 kes bi Covid-19ê ketine

Li Tirkîyeyê di rojekê de hezar û 186 kes bi Covid-19ê ketine

Li Tirkîyeyê heta niha 202 hezar û 284 kes bi Covîd-19ê ketine û 5 hezar û 167 kes jî pê mirine.

A+A-

Wezareta Tenduristîyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirîye.

Li gor zanyarîyên hatine eşkere kirin li Tirkîyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 186 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara mirîyan gihîştîye 5 hezar û 167an. Her weha  hezar û 543 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 49 hezar û 714 kesan hatîye kirin.

Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 483 hezar û 677 kesan çêkirine. 202 hezar û 284 kes nexweş ketine. 5 hezar û 167 kes bi Covîd-19ê mirine.

Dermankirina hezar û 67 kesan li beşên nexweşîyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 372, ya nexweşên baş bûye 176 hezar û 965e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin