Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 176 kes bi koronayê mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 176 kes bi koronayê mirin

.

A+A-

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 40 hezar û 806 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 176 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 243 hezar û 738 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 40 hezar û 806 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 176 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 20 hezar û 817 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 357 hezar û 988 kesan û 31 hezar û 713 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 35 hezar û 43 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 38 milyon û 821 hezar û 795 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin