Li Tirkîyê teqîn: 3 kuştî

Li Tirkîyê teqîn: 3 kuştî

Li parêzgeha Sakarya ya Tirkîyê teqînek bihêz çê bû û li gor agahîyên destpêkê di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Teqîna îro li herêma Taşkisigî ya Sakaryayê çêbûye. Li gor agahîyan, teqîn di dema veguhastin û dagirtina paşmayên teqîna kargeha fîşekên hewayî ya Sakarya de çêbûye.

Gelek ambulans û tîmên hawarçûnê li gel tîmên berevanîya sivîl bo cihê teqînê hatine şandin.

Walîyê Sakaryayê Oktay Kaldirim jî piştrast kirîye ku teqîn di dema veguhastina teqemenîyan de çê bûye

Oktay Kaldirim herwiha da xuyakirin, ku di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Pêştir Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Sakarya Ekrem Yuce jî gotibû, ji be rteqînê 2 kes hatine kuştin û 8 kes birîndar in.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin