Li Tirkîyê serdema medyaya çapkirî bi dawî bû

Li Tirkîyê serdema medyaya çapkirî bi dawî bû

Di heyama veyrosa koronayê de bi hezaran rojnamevanan di malên xwe de karê xwe birêvebirin û çendîn rojname jî ne hatin çapkirin tenê online û li ser înternetê hatin belavkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Veyrosa koronayê ya ku li tevahîya cihanê jîyana rojane guhertîye li gel tenduristîyî û aborîyê bandoreke neyîni li ser çapemenîyê jî kirîye Taybetî jî li Tirkîyê. Li gorî sazîyên rojnamevanên Tirkîyê di heyame veyrosa koronayê de medyaya çapkirî ango rojnameya çapkirî ji sedî 60 kêm bûye û ev heyama veyrosê bo xwedîyê rojnameyan bûye ferdesndek. Bi boçûna rojnamevanan jî bingeha heyameke nû ya medyaya dîjîtal tê avakirin û li gel bandorên erênî bandorên neyînî jî hene.

Di heyama veyrosa koronayê de bi hezaran rojnamevanan di malên xwe de karê xwe birêvebirin û çendîn rojname jî ne hatin çapkirin tenê online û li ser înternetê hatin belavkirin. Li Tirkîyê jî di rojevê de bi temamî bidawîkirina rojnameyên çapkirî heye û armanc ewe ku bi awayeke dîjîtal ango li ser înternetê bo xwîneran nûçe bêne parvekirin.

Bi boçûna serokê Komeleya Rojnamevanên Nûjen Can Gûleryuzlu di heyama veyrosa koronayê de xwedîyê rojnameyan ku ev heyam veke fersendekê dîtin û bingeha pergala nû ya medyayê avakirin.

Can Gûleryuzlu - Serokê Komeleya Rojnamevanên Nûjen dibêje: Di heya ma ku li Tirkîyê li ser çapemenîyê fişarek mezin heye veyrosa koronayê jî ji bo xwedîyê rojnameyan bû fersendeke mezin da ku rojnamevanan bi rehetî ji kar derxîn û lêçûnên xwe kêm bikin. Em dibînin ku rojnamyên rojane bi sedhezaran dihatin çapkirin amadekarîyan dikin ku derbasî heyama dîjîtal bibin û çapemenîya nivîskî ji sedî 60 kêm bûye. Bi hezaran rojnamevan dê bê kar bimînin û dê wesf û naveroka nûçeyan dê gellek qels bibe. Ev heyama veyrosê bo rojnamevana gellek xirab bû.

Li gorî nûnerê enqerê yê rojnameya Mîlatê Neşe Gûndogdu jî ku piştî bîst salan cara yekeme ev du heyvin rojnameya xwe çap nakin dibêje heyama veyrosa koronayê darbeyek mezin bû li rojnameyên çapkirî û ev heyam bi xwe re bandorên erênî û neyînî tîne

Neşat Gûndogdu -Nûnerê Rojnameya Mîlatê- dibêje: "Bi rastî jî ev heyama veyrosa koronayê darbeyeke mezin li çapemenîya nivîsk da. Piştî 20 salan me jî di heyama veyrosa koronayê de rojnameya xwe çap nekir. Bêgûman heyameke nû di warê çapemenîyê de dest pê dike ev jî medyaya dîjîtal e. Alîyekê ev heyama nû gaveke baş e ji ber ku êdî dê her tişt demeke nêz de li ser înternetê bê parvekirin û dê êdî zêde kaxiz neyê bikaranîn. Lê belê nûçeyên ser înternetê bên parvekirin dê çiqas bawerî pê çêbe ev jî bandoreke neyînî ye û dê her tişt tevlîhev bibe."

Li gorî raportên sazîyên çapemenîyê li Tirkîyê di heyama veyrosa koronayê de di navbera 11ê Adar û 31ê Gûlanê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin weşanên 5 televizyonên taybet hatin rawestandin. Herwiha li gorî raporta Komeleya Rojnamevanên Tirkîyê jî di heyama veyrosa koronayê de bi sedan rojnamevan bê kar mane û ev bêkarî dê rojên bê de bi hezaran derbas bike.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin