Li Tirkîyê hejmara kesên xwe Kurd dibînin zêde dibe

Li Tirkîyê hejmara kesên xwe Kurd dibînin zêde dibe

Li gor raporeke Zanîngeha Kadir Has a Stenbolê li gor salên pêştir rêjeya kesên li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê dibêjin “em Kurd in” bilind bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Zanîngeha Kadir Has a li Stenbolê, bi koordînatorîya Porf. Dr. Mustafa Aydin, bi navê “Meylên Tirkîyê-2019” derbarê pirsên Tirkîye, weke etnîkî, olî, sîyasî, aborî û civakî raporek berfireh belav kir.

Li 26 bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ligel 1000 kesên temenê wan 18 salî û jortir di navbera 25ê Mijdar û 13yê Kanûna 2019an de rapirsî hate kirin û encamên wê ligel encamên rapirsîyên salên pêştir hatine berawirdkirin û encamên wê weke raporekê hat belavkirin.

Li gor raporê di sala 2016an de ji sedî 11,1 di sala 2017an de ji sedî 6,2 di sala 2018an de ji sedî 10 û di sala 2019an de ji sedî 13,5 xwe weke etnîkî Kurd dibînin.

Kesên beşdarî rapirsîyan bûne weke pirsgirêka sereke ya li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, di sala 2019an de ji sedî 19 teror, ji sedî sedî 18,1 giranbûna pêwistîyên rojane, ji sedî 16,8 bêkarî û ji sedî 3,4 pirsa Kurdî û ji sedî 6,2 astengîyên li ber azadîya raman û mafan dibînin. Herwiha di sala 2018an de jî ji sedî 13,8 teror, ji sedî sedî 17,8 giranbûna pêwistîyên rojane, ji sedî 26,9 bêkarî û ji sedî 1,6 pirsa Kurdî û ji sedî 3 astengîyên li ber azadîya raman û mafan dibînin. Bi giştî di sala 2019an de ji sedî 41,6 dibêjin pirsa sereke derbarê mijarên pirsên aborî de ne.


Di sala 2019an de ji sedî 50,8 di sala 2018an de ji sed 38,8 û di sala 2017an de ji sedî 52,7 ji beşdarîyan dibêjin li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê berberîya sîyasî heye.

Derbarê mijara danîna qeyûmên li şûna 28 şaredarîyên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê û navçeya Urla ya Muglayê de, ji sedî 23,3 bi erênî û ji sedî 36,9 bi nehenî pêşwazîya dikin û ji sedî 39,8 jî dibêjin ti fikra wan derbarê mijarê de nîne.

Li ser pirsa “bi nêrîna metirsîya perçebûna Tirkîyê heye?” di sala 2015an de ji sedî 54,2 di sala 2016an de ji sedî 37,5 di sala 2017an de ji sedî 28,8 di sala 2018an de ji sedî 18,8 û di sala 2019an de ji sedî 17 gotine belê. Di bersiva heman pirsê de  di sala 2015an de ji sedî 37,5 di sala 2016an de ji sedî 50 di sala 2017an de ji sedî 56,8 di sala 2018an de ji sedî 63,6 û di sala 2019an de ji sedî 59,3 metirsî li er perçebûna Tirkîyê nîne û herwiha di sala 2015an de ji sedî 23,7 di sala 2016an de ji sedî 12,5 di sala 2017an de ji sedî 14,4 di sala 2018an de ji sedî 17,6 û di sala 2019an de ji sedî 23,7 gotine ti fikran wan nîne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin