Li Tirkiyê di nav mehekê de nirxê gazê 4 caran zêde bûye

Li Tirkiyê di nav mehekê de nirxê gazê 4 caran zêde bûye

.

A+A-

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her hefte 3-4 car nirxê gaz a xwezayî û xaza trimbêlan giran dibe. 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her hefte 3-4 car nirxê gaz a xwezayî û gaza trimbêlan giran dibe. Di nav 3 mehên dawî de, litreya gaza trimbêla ji 4 lîreyî derketiye 6.20 lire. Welatî, balê dikşînin ku her sibehî, bi zêdebûna fiyetan hişyar dibin û ji naçarî nizanin çi bikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bihabûn, bûye mijareke serekî, gaza xwezayî jî yek ji wan berheman e ku hem di germkirina malan de, hem jî sotemeniya trimbêlan de pêwistiya serekî ye û di nav mehekî de teqrîben %40 bihayê wê hatiye zêdekirin.

Abdurahman Tanriverdî jî rêvebirê ofîse sotemeniya trimbêla ye û balê dikşîne ku di nav heyvekî de 4 car zam hatiye ser gazê. Tanriverdî tîne ziman ku wek gelek berheman li ser sotemeniyê jî ji %80 bac heye û her diçe nerazîbûna welatiyan ji bihabûyînê zêde dibe.

Abdurahman Tanriverdî ji K24ê re got: “Êdî beriya ku fiyet zêde bibe, hemû civak dizane ku dê zêde bibe, tên û depoyên tije dikin. Lê çend roj bişûn de, xilas dibe, lê yên ku berê 100 lîreyî dikirîn, vê carê bi 20-30 lireyî dikirin. Yanî tengasiyeke mezin çêbûye.”

Welatî jî balê dikşînin ku fiyetên her tiştî biha dibe û ew jî her diçe zêdetir naçar dibin.

Wekatiyên ku sotemenî distînin jî balê dikşînin ku di nav hefteyekî de di tijekirina depoyê de 20-30 lîre cudahî çêbûye û ew jî bi fikar rojên xwe derbas dibin.

Welatî Wedat Ozalp: “Fiyet gelek zêde ye, gaz baş e, lê fiyet zêde ye. Yanî belkî yên ku kar dikin, dikarin dîsa bikirin, lê yên rewşa wan ya aborî nebaş be, divê êdî erebe neajon. Ez êdî gaz nastînim, panzîn bikar tînim. Tiştekî hindik cudahî hebe jî fiyet nêzîkî hev bûne. Ev seyare ya mişteriye, yan na ez bi seyara xwe panzîn distînim êdî. “

Welatî Weysî Gol: “Tada ji xwe ji bo me Kurdan tiştekî ku her tê kirin e. Loma jî em fêrbûyî ne. Bila ew yên ku piştgiriya wan kirine fedî bikin. Hefteyekî berê min bii 140 lîre depoya xwe tije kir, niha nêzîkî 200 lîre ye.ka ez çi bibêjim, xwedê nehêle.”

Welatî Adem Demir: “Êdî wisa lê hatiye ku em dibêjim hema em roja xwe derbas bikin. Berê me digot meha xwe derbas bikin, niha em dibêjin roja xwe. Êdî rojan derbas dikim serê saetê zamekî tê. Em jî arvan difiroşin, di nav 2 hefteyan de ev 3 car e zam tê ser. Em hatine asta ku kargehên xwe bigrin.

Bihabûyîna berhem û kelûpelan, di nav civakê de her diçe, dibe xemeke kûrtir û her diçe jî biha giran dibin. Bi taybet zivistanê li gel ku gaz sotemeniya trimbêla ye, li bajêran mal û xanî jî bi gazê germ dibin û ji niha ve %65 zam hatiye ser gazê.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin