Li Tirkiyê di mehekê de 50 rojnamevan hatine darizandin

Li Tirkiyê di mehekê de 50 rojnamevan hatine darizandin

.

A+A-

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di meha Îlonê de 50 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek hatiye girtin, derbarê 6 rojnamevanan de lêpirsîn û derbarê 7 rojnamevanan de jî doz hatine vekirin, bo 7 rojnamevanan 27 sal û 3 meh ceza hatiye dayîn û dadgehkirina 50 rojnamevanan di 33 dosyeyên cuda de berdewam bûye.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên rojnamevanan a meha Îlonê eşkere kir. Li gor raporê, di meha Îlona 2021ê de 5 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek hatiye girtin, derbarê 6 rojnamevanan de lêpirsîn û derbarê 7 rojnamevanan de jî doz hatine vekirin, 27 sal û 3 meh ceza li 7 rojnamevanan hatiye birîn û dadgehkirina 50 rojnamevanan di 33 dosyeyên cuda de berdewam bûye.

Meha Îlonê di şopandina nûçeyan de 3 rojnamevan rûbirûyê êrîşê bûne û di 15 bûyeran de rê nehatiye dayîn mijarê bişopînin. Herwiha saziya RTUKê cezayê wergirtina reklaman daye 3 rojnamevanan û cezayên cuda dane 6 televîzyonan. Dîsa li gor raporê 37 website hatine qedexekirin û 7 rojnamevan ji kar hatine dûrxistin. Li gor raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 63 rojnamevan jî di girtîgehan de ne.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di rapora xwe de tekez dike ku ne mimkun e mirov li Tirkiyê behsa mafên rojnamevanan bike. DFG dibêje “Di meha Îlonê de ji ber amadekirina nûçeyan 50 rojnamevan hatine darizandin. Binpêkirina serekî sansûr e. Saziya RTUKê bi armanca sansûrê cezayan dide saziyên medyayê. Di girtîgehan de gelek rojnamevan hene û mafên wan tên binpêkirin. Pêwîst e binpêkirinên dijî rojnamevanên di girtîgehan de bi dawî bibin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin