Li Sûriyê ji ber krîza sotemeniyê jiyana xelkê zehmet bûye

Li Sûriyê ji ber krîza sotemeniyê jiyana xelkê zehmet bûye

.

A+A-

Sûriye ji ber şerê navxwe yê zêdeyî 11 salan, rûbirûyê krîzeke kûr bûye. Nebûna sotemeniyê wiha kiriye ku xelk bo xwe germ bikin, li alternatîfan bigerin. Her diçe aboriya welat ber bi xirabbûnê ve diçe û welatiyên wî welatî di rewşeke dijwar de vê zivistanê derbas dikin.

Ligel ku aboriya welat ji ber şerê navxwe yê zêdeyî 11 salan herifî ye, ji destpêka îsal ve berpirsên hikûmetê çar caran bilindbûna bihayê sotemeniyê ragihandine û wergirtina mazot û benzînê sînordar kirine. Ziyad Elxez niştecihê Şama paytexta Sûriyê ye. Li Zanîngeha Şamê Beşê Wêjeyê dixwîne, lê demeke ji ber nebûna sotemeniyê, nikare biçe zanîngehê.

Ziyad dibêje: “Pirsgirêka me ya ligel sotemeniyê, ji malê destpê dike û heta nav polan jî ligel me ye. Li malê, hewa bêyî tiştekî em xwe pê germ bikin gelekî sar e. Li ser cadeyan jî zehmet otomobîl bidest dikevin daku bo guhestinê bikar bînî.” Li bajarekî ku zivistan gelekî dijwar dibe, bihayê mazotê firî ye. Lewma dayîka Ziyad jêre gotiye hejmareke zêde ya betaniyan bi xwe dake daku bi şev germ bibe.

Sûriye kêmbûna sotemeniyê dixe stoyê ambargoyên Rojava ku bi tundî hawirdekirinê sînordar dike. Herwiha kêlgehên serekî yên petrolê yên wî welatî jî li navçeyekê ne ku di bin kontrola hikûmetê de ne.

Ziyad bi paskîlê xwe karê gihandina xwarinê li nav Şamê dike, lê wek ew dibêje, çûna wî bo zanîngehê gelekî dûrtir e ji wêya bi paskîl digihe. Eger otobûsên giştî jî hebin, “ku gelekî zehmet e” ji ber hejmara zêde ya neferan, dor nagihe mirov. Kirêya taksiyan jî gelekî giran e.

Zanîngehan ji ber krîza sotemeniyê ders bo sê roj di hefteyekê de kêm kirine. Di vê derbarê de Ziyad dibêje: “Xelk tenê li wê yekê difikirin ka çawa di demsala zivistanê de xwe germ bikin. Çawa di vê rewşê de li zanîngeh û xwendinê bifikirin?”

Êdî tiştek bi navê qerebalixiya ser cadeyan nîne

Li Şamê çend hefteyên borî de jiyana rojane dijwartir bûye; nebûna sotemeniyê bo santralên elektrîkê, tê wê wateyê ku tenê du demjimêran elektrîka giştî bo welatiyan tê dayîn. Beşek ji xelkê ji bo xwe germ bikin, qaşûlên fisteqan an bermayên zeytûnên guvaştî dişewitînin.

Niha li Şama paytexta Sûriyê wiha lê hatiye ku otomobîl li ser cadeyan neyên dîtin û piraniya şofêran otomobîlên xwe li malê radiwestînin, eger barekî ji nişkave were pêş. Berê şofêrên taksiyan dikarîn hefteyê carekê bi nirxekî normal sotemeniyê bikirin, lê niha ew jî bûye yek car di mehekê de, vê jî wiha kiriye beşeke xelkê bo wêya benzînê bidest bixin, berê xwe bidin bazara reş û xwediyên taksiyan jî kirêya taksiyan bilind bikin.

Berê bihayê benzînê li bazara reş bo her lîtreyekê nêzîka yek dolar bû, lê biha bo vê zivistanê du qat zêde bûye, li welatekî ku bi giştî 21 dolar dahata fermanberên hikûmî heye. Besam Zehrawî ku şofêrê taksiyê ye, dibêje: “Beşê sotemaniya ku hikûmet dide, tenê têra du roj karkirinê dike.”

Roja Pêncşembê 15ê Kanûna 2022an, Serokwezîrê Sûriyê Husên Arnos ji rojnamevanan re got, hikûmet neçar bûye bihayê sotemeniya ku hikûmet wek hevkarî dide, bilind bike, daku xizmetguzariyên serekî wek guhestin, nexweşxane û firne ji derb bikevin.

Krîzên kûr û neçareserkirî

Ji ber şerê navxwe yê Sûriyê ji sala 2011an ve, nêzîka nîv milyon kes hatine kuştin, ew welat parçe parçe bûye û aborî û jêrxana welat jî wêran bûye. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, niha ji sedî 90ê niştecihên wî welatî di jêr hêla hejariyê de dijîn û asayîşa xorakê ya 12 milyon û 400 hezar kesan jî nîne. Hikûmetê di vê dawiyê de tedbîrên zêdetir wergirtine, ji wan kêmkirina dema karkirina fermanberên hikûmî di vê mehê de û ragirtina “betlaneya zêde” di navbera Kristmas û serê salê de.

Di destpêka Kanûnê de, ji ber dabînnekirina sotemenî bo jeneratoran, karê beşek ji kompanyayên serekî li wî welatî rawestiya ye. Serokê Komeleya Firneyên Sûriyê Besam Qelacî, hefteya borî ji medya welatê xwe re got: “Ji ber nebûna sotemeniyê, karê nîvê firneyên paytext rawestiya ye.

Ebû Ehmedê 25 salî ku xwediyê yek ji firneyên Şamê ye, dibêje: “Ji bo firneyên wan li ser karê xwe berdewam bin, ji dêlva sotemeniyê berê xwe dane şewitandina daran. Ev krîz çend meh e berdewam e, lê min qet pêşbînî nedikir rojek bê nikaribim yek lître sotemenî bidest bixim. Herwiha dibêje, ji dêlva biha zêde bike, neçar bûye gramên nan kêm bike ku zêdetir ligel zeyta zeytûn, zencefîl an penîr amade dike.

Lîreyê Sûrî, di vê mehê de daketiya asta herî bilind, li bazara reş zêdeyî 6 hezar lîreyên Sûrî li beramber yek dolar li bazara reş danûstandin ligel tê kirin, di demkê de sala 2011an her dolarek beramber 47 lîreyên Sûrî bû.

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin