Li Stenbolê çalakiya bo girtiyên nexweş: 10 kes hatin desteserkirin

Li Stenbolê çalakiya bo girtiyên nexweş: 10 kes hatin desteserkirin

.

A+A-

 Li navçeya Kadikoy a Stenbolê herî kêm 10 endamên Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan (TDI) ku dixwestin bi çalakiyekê balê bikişînin ser rewşa girtiyan, hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan Endamên Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan (TDi), îşev, 30ê Kanûna 2021ê xwestin ji bo balkişandina li ser rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, çalakiyekê saz bikin û piştî çalakiyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê hêzên ewlekariyê bi hinceta ku Qeymiqamiyê rê bo wê çalakiyê nedaye nehiştin ku çalakî bê kirin.

Banga xwedîderketina li girtinê nexweş

Lê tevî vê yekê Endamên Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan wêneyên wan girtiyên ku di van demên dawî de di girtîgehên Tirkiyê de canên xwe ji dest dane bilindkirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Berdevkê Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan Erken Çita daxuyanî xwend û banga piştgiriyê bo girtiyan kir û got: “Divê herkesê ku bêje ez mirov im xwedî li girtiyan derbikeve.”

Di dema xwedendina daxuyaniyê de hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û herî kêm 10 kes desteser kirin. Herwiha hêzên ewlekariyê rê bo rojnamegerên ku dixwestin rûmala bûyerê bikin jî nedan.

Navên kesên hatine desteserkirin wiha: Berdevkê Federasyona Encûmena Sosyalîstan Mahîr Gurz, Berdevkê Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan Erken Çita, Endamên wê însîyatîfê Huseyîn Îldan, Îbrahîm Hakki Eren, Mert Soydan, Abdûlmelîk Yalçin, Mercan Dogan, Mahîr Gûrz, Melîk Okan Danaci, Koray Tûrkay, Ugur Şafak

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meheke dawî de 7 kesan di girtîgehan de canê xwe jidest dan û rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Abdullah Zeytun di 24ê Kanûnê de ragihandibû ku di girtîgehên Tirkiyê de de 605 jê giran bi tevahî 1605 girtiyên nexweş hene, Însîyatîfa Piştgiriya Girtiyan dixwaze bi çalakiyên wiha balê bikişîne ser rewşa girtiyan û şert û mercên wan bên baş kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin