‘Li Sine 44 hezar kes girêdayî maddeyên hişber in’

‘Li Sine 44 hezar kes girêdayî maddeyên hişber in’

.

A+A-

 Encûmena Rûbirûbûna Maddeyên Hişber a Sine ragihand, 44 hezar kes girêdayî maddeyên hişber in.

Encûmena Rûbirûbûna Maddeyên Hişber a Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li wê parêzgehê 44 hezar kes girêdayî maddeyên hişber in û hejmara kesên bi maddeyên hişber ve tên girêdan ber bi zêdebûnê ve diçe.

Cîgirê Serokê Encûmena Hevahengiya Rûbirûbûna Maddeyên Hişber a Parêzgeha Sine Selîm Kerîmî dibêje, parêzgeha Sine yek ji wan 9 parêzgehên Îranê ye ku bikaranîna maddeyên hişber lê kêm e, lê rêjeya kesên girêdayî maddeyên hişber li gor berê bi awayekî berçav zêde bûye.

Selîm Kerîmî dibêje, temenê bikaranîna maddeyên hişber ber bi daketinê de ye û ew maddeyên hişber ên xelk bikar tînîn corên cuda ne.

Kerîmî sedema zêdebûna hejmara kesên girêdayî maddeyan hişber bi wê yekê ve girêda ku xelk hebên hişber bikar tînin û wiha dizanin pêve nayên girêdan. Kerîmî da zanîn ku li parêzgeha Sine 14 navend bo destjêberdana maddeyên hişber hene û mohlet hatiye dayîn du navendên din jî bên vekirin.

Berê Serokê Fermandariya Polîsên Rûbirûbûna Maddeyên Hişber Sîrwan Yawerî gotibû, li Sine di 9 mehên borî de hezar kilo maddeyên hişber hatine girtin. Li gor Sîrwan Yawerî, tiryak ji hemû corên din ên maddeyên hişber zêdetir tê bikaranîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin