Li Silêmanîyê hejmara mirîyên koronayê bûn 119

Li Silêmanîyê hejmara mirîyên koronayê bûn 119

Hejmara kesên îro li Silêmanîyê bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 8 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustîya Silêmanîyê Ebdula Ehmed  ragihand, îro li parêzgeha Silêmanîyê 8 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Dr. Ebdula dîyar kir, ew 8 kes ji bajarê Silêmanîyê, Pênciwîn, Seyidsadiq û Sengaw in.

Amaje bi wê jî da, rewşa hejmareke din a nexweşên Koronayê xirap e û dibe ku hejmara kesên îro li parêzgeha Silêmanîyê canê xwe jidest bidin, bigihe 20 kesan.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 4 hezar 679 kesan, jê 141 kesan canê xwe jidest dane, ji wan jî 119 kes li parêzgeha Silêmanîyê ne.

Herwiha heta niha jî 1 hezar û 514 kes ji vîrusa Koronayê baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin