Li Serê Kaniyê teqîn: 7 kuştî û 14 birîndar

Li Serê Kaniyê teqîn: 7 kuştî û 14 birîndar

Li gor medyayaê Tirkiyê li Serê Kaniyê otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin.

A+A-

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de ye teqînek çêbû û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gor medyayaê Tirkiyê li Serê Kaniyê otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin.

Herwiha ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, SANAyê jî piştrast kir ku li başûrê navçeya Serê Kaniyê teqînek çêbû.

Di teqînê de li gor agahiyên hatine belavkirin 7 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Bo cihê bûyerê timên tendirustiyê û tîma agirvemirandinê hatine şandin.

Birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhestin.

Roja pêncşema borî jî li Gundêd Til Xelafê 2 teqîn hatibûn pêkhatin û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 11 kes jî birîndar bibûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin