Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pizişk dest ji kar berdidin

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pizişk dest ji kar berdidin

.

A+A-

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pizîşk dest bi grevgirtina kar dikin. Ew  dixwazin bi vê çalakiyê balê bikişînin ser şert û mercên zehmet ku di kar de rastî wan tên.

Li seranserî  Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro Çarşemê 15ê Kanûna 2021ê li, pizîşk û karmendên tendirustiyê, bi çalakiyekê dest ji kar ber didin. Ew  dixwazin bi vê çalakiyê  balê bikişînin ser şert û mercên zor û zehmet ên xwe yên karkirinê.

Endamê  Konseya Navendî ya Yekitiya Pizişkên Tirkiyê  yê Amedê Halis Yerlikaya ji Rûdawê got, tevî ku rewşa Coronayê barê li ser milê karmendên tendirustiyê zêde kiriye jî heqê keda wan nayê dayîn.  Ji ber vê yekê jî wan biryar daye ku dest bi grevê bikin.

Yek ji daxwazên pizîşkan ew e ku başkirinek di mûçeyên wan de bê kirin. Berî niha derbarê zêdekirina mûçeyên pizîşkan li parlamentoyê projeyeyasayek hat ber dengdanê û piraniya partiyan li hev kirin ku bê qebûlkirin. Di çarçoveya wê projeyasayê de biryar bû mûçeyê pizişkên pratîsyen 2500 lîre û  pizîşkên pispor jî 3500 lîre bên zêdekirin, lê ew yasa careke din bi piraniya dengên parlamenterên AK Partiyê paşde hat kişandin.

Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê dibêje di demekê de ku kêmasî di wê yasayê de hebû, ew hejmar jî bo pizişkan zêde hatiye dîtin.

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê Vedat Bulut jî got: “Proje yasa hat parlamentoyê, lê çawa hat careke din bilez hatiye vekişandin. Me digot ew projeyasa têr nake, hemû aliyan û karmendên tendirûstiyê lixwe nagire û kêmasiyên wê hene, lê ev pêşniyar jî zêde hatiye dîtin. Ew projeyasa dê çawa careke din bê parlamentoyê û kêmasiyên wê dê çawa bên çareserkirin, bê bersiv hatin hiştin. Bi awayek neyasayî paşde hatiye kişandin.”

Pizîşk dixwazin bi çalakiya xwe hişyariyekê bidin Wezareta Tenidirustiyê û hikûmetê ku şert û mercên wan bên başkirin. 

Yekitiya Pizişkan a Tirkiyê  ragihandiye ku di demê çalakiya wan de çareseriya nexweşên bilez, nexweşên diyalîzê, nexweşên dûcanî, nexweşên pençeşêrê, nexweşên Coronayê  û nexweşên rewşa wan awarte berdewam dibe. Herwiha ew yekitî dibêje eger daxwazên wan neyên bicihkirin, ew dê li ser çalakiya xwe berdewam bin û bang li welatiyan jî kiriye ku ji xeynî rewşên bilez, serdana nexweşxaneyan nekin û piştgiriya çalakiya wan bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin