Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşkerên tirk mirin

Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşkerên tirk mirin

Hate ragihandin ku li Şemzînana Colemêrgê pevçûnek pêk hat. Di encama pevçûnê de 3 leşkerên tirk mirin û birîndarên wan jî hene.

A+A-

Hate ragihandin li çoltera Şemzînanê, li herêma Kanîreşê pevçûnek di navbera hêzên HPGê û artêşa tirk de pêk hatiye. Di pevçûnê de 2 leşkaran jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê hejmara birîndaran de tu agahiyeke zelal nehate bidestxistin. Li herêma pevçûnê liv û tevgreke zêde ya helîkoptêran jî didome û pevçûn berdewam dike.

Li aliyekî din, li herêma Baregeha Gedîktepebi teqandina narîncokê leşkerek mir û yek ji wan bi giranî 2 leşker jî birîndar in.

 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin