Li Rûsya komeleya herî mezin ya mafên mirovan tê girtin

Li Rûsya komeleya herî mezin ya mafên mirovan tê girtin

.

A+A-

Komeleya herî mezin ya mafên mirovan li Rûsya, ji ber guvaşên hikûmetê tê girtin. Damezrênerê komeleyê Lev Ponomaryov dibêje, ew weke dijminê dewletê û sîxurên welatên biyanî têne dîtin û êdî nema dikarin kar bikin.

Çalakvanê mafên mirovan û damezrênerê komeleyê Lev Ponomaryov da zanîn ku nêzîkî hezar karmendên wan hene lê ewê deriyê komeleyê bigrin.

Ponomaryov gotiye, parêzvanên mafê mirov weke dijminê dewletê û sîxurên welatên biyanî têne dîtin û di nava van şert û mercan de nema karin kar bikin.

Li Rûsyayê roja 1ê Adarê biryarnameyek hatiye ragihandin û li gorî wê biryarnameyê temamê xebatkarên komeleya mafê mirovan weke sîxur têne tomarkirin.

Ponomarevê 79 salî dibêje, hikûmeta Rûsya herdemê tevgera mafê mirovan kiriye armanc û rûxandi ye, rewşa wan sal bi salê xerabtir dibe.

Ev komele sala 1997an hatibû damezirandin û Ponomarev rexnegirekî tûnd yê serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn bû.

Li seranserê Rûsya şaxên komelê hebûn û bi taybetî kar li ser mafê girtiyên siyasî dikir.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin