Li Rojhilatê Kurdistanê greva seranserî dest pê kir

Li Rojhilatê Kurdistanê greva seranserî dest pê kir

.

A+A-

 Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê greva seranserî îro Pêncşemê bi girtina dukan û kargehan ji bo şermezarkirina tundûtûjiya hêzên ewlehiyê yên Îranê dest pê kir ku di nava hefteyekê de zêdetirî 40 xwepêşanderan ku di nav wan de zarok jî hene, ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Tundûtûjiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedem ku ji civaka navneteweyî û dîasporaya Îranê û ji hundirê Îranê jî dengê daxwaza parastina Kurdan bilind bibe.

Roja Duşemê Supaya Pasdarên Îranê li Ciwanro ya parêzgeha Kirmaşanê êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Çalakvan û niştecihên bajêr ji Rûdawê re ragihandin ku hêzên Supaya Pasdarên Îranê li seranserî Ciwanroyê xalên pişkinînê danîne û ew bajar dorpêç kirine.

Vîdeoyên ku ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Bokan, Seqiz, Sine, Merîwan, Qurwe, Kamyaran û Pîranşar û gelek bajarên din belav bûne, rê û cadeyên vala û hemû dikan û kargehên girtî nîşan didin. Ev greva seranserî piştî banga Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.

Li hember tundûtûjiya vê dawiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û piştî êrîşên Supaya Pasdarên Îranê li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê roja Sêşemê, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de banga lidarxistina greveke seranserî li Rojhilatê Kurdistanê ji bo îro Pêncşemê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku heta sibeha roja Pêncşemê, 440 kes ji wan 61 zarok hatine kuştin. Li Rojhilatê Kurdistanê hejmara xwepêşanderên ku canê xwe ji dest dane 98 kes tê texmînkirin ku 10 jê zarok in.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got, “Ev çend roj in ku rejîmê hemû hêza xwe li Kurdistanê bi kar aniye û hewl dide komkujiyeke giştî pêk bîne.”

Roja Çarşemê di encama gulereşandina Supaya Pasdarên Îranê li ser komek xwendekarên Sineyê, xwendekarekî 16 salî bi giranî birîndar bû. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, xwepêşanderê birîndar ji nav nivîna xwe ya li Nexweşxaneya Sineyê hatiye revandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin