Li Rojavayê Kurdistanê ermenan, yekîneyeke taybet damezirand

Li Rojavayê Kurdistanê ermenan, yekîneyeke taybet damezirand

Li Serê Kanîyê, doh 24ê Avrêlê ku salvegera qirkirina ermenan bû, di bin sîbera HSDyê da, ketîbeyeke taybet bo ermenan a bi navê Nûbar Ozaniyan hat damezirandin.

A+A-

Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê hêzeke taybet bi Ermeniyan di çarçoveya ketîbeyekê de hat damezrandin û ev ketîbe dê di bin sîbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kar bike.

Ketîbeya Nûbar Ozaniyan yekem ketîbeya Ermaniyan e ku ji 3‪0‪ serbazên Ermenî yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê.

Ermeniyên li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, dema ku Osmaniyan ferman bi serê wan anîn, ew koçberî deverên Kurdan bûne û Kurd wan ji kuştin û sîtemkariya Osmaniyan parastiye.

Hejmarek ji Ermeniyan jî weke bi hezaran ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê berî sala 2011an li Sûriyê bê nasname bûn, ango weke biyanî dihatin dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin