Li Rojavayê Kurdistanê di êrîşên dronan de 138 kesan canê xwe ji dest dane

Li Rojavayê Kurdistanê di êrîşên dronan de 138 kesan canê xwe ji dest dane

.

A+A-

 Di nav 10 rojên destpêka vê meha Tebaxê de, Tirkiyê 9 êrîşên bi Dronan li nav xaka Rojavayê Kurdistanê pêk anîne. Bi vê yekê jî, hejmara êrîşên bi dronan ji destpêka vê salê ve gihiştiye 51 êrîşan, di encama wan de 138 kesan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Di wan êrîşan de, Cîgira fermandarê Giştî yê HSD Jiyan Efrîn û Hevserokê berê yê PJAKê Rêzan Cawîd canê xwe ji dest dan.

Derbarê êrîşan de, ji bajarê Qamişlo, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê Nafih Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir, ew êrîş di encama hevtêgihiştinên Lûtkeya Tehranê tên û xizmeta çareseriya krîza Sûriyê û doza Kurd nakin.

Derbarê êrîşan de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê Nafih Ebdullah ji Rûdawê re got, “Ev êrîşên bi dronan ne xizmeta çareseriya krîza Sûriyê dike ne jî xizmeta çareseriya Pirsa Kurd dike. Ev êrîş piştî civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê zêdetir bûn. Her wiha Amerîka qebûl nekir, çiraya kesk neda Tirkiyê ku hêzeke leşkerî derbasî nav Til Rifet û Minbicê bibe.”

Dîmenê êrîşa herî dawî ya dronên Tirkiyê bo ser otomobîleke hêzên HSD hate belavkirin ku, roja Çarşemê, li gundê Mela Sibat li başûrê rojavayê Qamişlo hatibû pêkanîn.

Li gorî daxuyanî fermî ya HSDê, di êrîşê de, 2 şervan û welatiyekî sivîl canê xwe ji dest dane.

Ji destpêka sala 2022an ve, 51 êrîş bi dronan hatine pêkanîn, 49 kesan canê xwe ji dest dane, 6 ji wan sivîl in, di nav de 2 zarok in. Her wiha 13 jin di nav de Jiyan Efrîn, Cîgira fermandarê Giştî yê HSD ye, 43 kes ji hêzên leşkerî ne, 89 kes birîndar bûne.

Hin çavdêr û şopîner dibêjin ku zêdebûn êrîşên bi Dronan û topbaran hin pêgehan li gundên sînorî nîşana wê yekê ye ku rê nehatiye dayin ku Tirkiyê operasyoneke nû li dijî navçeyên Rêveberiya Xweser pêk bîne lê hin çavdêr jî van êrîşan wek rêxweşkirin li pêş êrîşeke nû dinirxînin.

Ji destpêka vê mehê ve, Tirkiyê 9 Caran bi dronan êrîşî navçeyên cuda yên Rojavayê Krudistanê kiriye, di wan êrîşan de 13 kesan canê xwe ji dest dane û 14 kes birîndar bûne.

Roja 4ê vê mehê jî, droneke Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê yê navçeya Şehbayê bombebaran kir, 9 welatiyên Kurd ku di nav wan de 6 zarok jî hebûn birîndar bûn.

Roja 3ê vê mehê jî Tirkiyê bi dronekê kesek li gundê Til Cuma yê Aşûriya li rojavayê nahiya Til Temir bombebaran kir, di encamê de wî kesî canê xwe ji dest da, heta niha nasnameya wî kesî nehatiye eşkere kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin