Li Rihayê îstîsmariya zarokan: 7 kes hat desteserkirin

Li Rihayê îstîsmariya zarokan: 7 kes hat desteserkirin

Li navçeya Serêkaniyê ya ser bi parêzgeha Rihayê, 7 kesên ku îstîsmariya zayendî li keçikeke 14 salî kirine, hatin desteserkirin.

A+A-

Li gor nûçeya DHAyê, li Serêkaniyê keçikeke 14 salî ji nasekî xwe re gotiye, hin kesên ku di nav wan de karmend û dikandar jî hene, îstîsmara zayendî lê kirine. Li ser vê yekê jî wî kesî polês agahdar kiriye û 7 kesên tawanbarên vê bûyerê hatine desteserkirin.

Hat ragihandin, ji ber gengaziya ev bûyer bê bihîstin, polêsan bergiriyên ewlehiyê li dor Navenda Gerînendetiya Emniyetê û Avahiya Dadgehiyê girtine.

Piştî lêpirsînên pêşî li emniyetê, dê tawanbar, bo dadgehiyê bêne veguhastin.

Keçika 14 salî ya rastî îstîsmara zayendî hatî, piştî îfadeya wê hat wergirtin, dê bikeve bin banê parastina dewletê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin