Li Rihayê 4 kesan xwe kuşt

Li Rihayê 4 kesan xwe kuşt

.

A+A-

 Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di heyama du rojan de 4 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Tê gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a aborî û zêdebûna hejariyê rêjaya xwekuştinê zêde bûye.

Li Rihayê di heyama du rojan de ji ber sedemên cuda 4 kesan xwe kuşt ku sê ji wan zilam bûne û yek jî jin bûye.

Li navçeya Karakopruyê şeva borî jineke 56 salî ji ber sedemek hêj nayê zanîn, di hundirê malê de xwe daliqandin û dawî li jiyana xwe anî.

Bûyera duyema a xwekuştinê li navçeya Pirsûsê qewimî. Li taxa Cumhuriyet a navçeyê M.S. yê 30 salî li malê bi ben xwe xeniqand.

Întihara sêyemin jî li taxa Atakent a navçeya Karakopruyê rû da. Xortê 21 salî bi navê Enes S. Piştî tengezariyê bi benê bi boruya gaza sirûştî ve girê daye, dawî li jiyana xwe anî. Termê Enes S bo Saziya Tipê ya Dada Rihayê hat veguhestin.

Xwekuştina çarem jî li ser Kelha Rihayê qewimî. Duh sibê kesên derdora kelhê, termê gencê 30 salî bi navê Ahmet B. di nav xwînê de dîtin.

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Rihayê Mustafa Arisut derbarê bûyerên xwe kuştinê de li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku sedema xweştina li wî bajarî piranî rewşa xirab a aborî û zêdebûna hejariyê ye.

Mustafa Arisut li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsandiye: “Di yek rojê de 4 can... Duh jî 3 bûyerên xwe kuştinê... Piraniya wan ji ber mercên xirab ên aboriyê xwe kuştine. Qîrîneke ji vê mezintir heye?!”

 (Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin