Li Rezana Amedê êrîşa zayendî li jineke ducanî

Li Rezana Amedê êrîşa zayendî li jineke ducanî

Li Rezana Amedê jineke ducanî wexta 2 zarokên xwe dibir dibistanê, rastî êrîşa zayendî hat. Piştî bertek nîşan da, vî kesî êrîşî wê kir û çek lê kişand. Tê gotin van demên dawîn êrîşên zayendî li jin û zarokan li Rezanê zêde bûne.

A+A-
Jina du canî ya binavê E.X. a 23 salî ku ji bajarê Heleba Sûriyeyê koçber kirî di saetên serê sibê de gava du zarokên xwe dibirin dibistanê rastî êrîşa zayendî ya zilamekê ku bi paşve nêzî wê bû, hat. Jin, paş xwe ve zivirî û bertek nîşan da, vî kesî êrîşî wê kir, dijûn gotinê û pehîn lêdan.
 
Di vê navberê de êrîşkarê çek li jinê kêşand, piştî jin derp kir dest û milên xwe hejandin û ji cihê bûyerê dûr ket. Zilamê bersûc hê nehatiye dîtin û girtin.
(MA)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin