Li Qamişloyê lehî rabû

Li Qamişloyê lehî rabû

.

A+A-

 Li bajarê Qamişlo ye li Rojavayê Kurdistanê ji ber barîna baraneke zêde cadeyên bajêr tejî av bûne. Herwiha ava baranê derbasî malan jî bûye.

Nîşteciyê Qamişlo Nadir Ismaîl got “Her sal ev karê me ye, milet ji ber vî tiştî diêşê, malê miletê li berê derin. Eşyayên wan ên malê gişt tên avêtin. Wek ku hûndibînin livîn mivînên xwe gişt danîne cihê bilind jî, fêde nake.”

Ji ber xitimîna kenalên avrêjê, taxên rojava û rojhilatê bajêr di nav avê de mane tevgera çûn û hatinê jî felc bûye.

Nîşteciyê Qamişlo Mihemedê Mixso dibêje “Av li me qelibiye. Ez ne li malê bûm hindir ji avê tije bûye. cîran hatin aliyê me, me firaqên xwe hildan jorê. Va hûn dibînin ev der tije av bûye.”

Xelkê ku ava baranê derbasî malên wan bûne, gazinan ji xemsariya şaredarî û berevaniya sivîl dikin.

Nîşteciyê Qamişlo Hinêdî Ehmed anî ziman “Ya Rebî hema ev av bimeşe. Ev baran tê û tê lê ne şaredarî hat, ne asayîş hat, ne xizmetek hat ku van cadeyan çêkin. Baran e, lehiya wê cadeyê gişt tê vir û ya cadeya din gişt tê vir, li van xaniyên xerabe qelibîn ezê çi bikim.”

Li gor marên Wezareta Çandiyê ya Sûriyê, di 24 herdû rojên derbasbûyî de barana herî zêde li Parêzgeha Heseke - Cezîra Rojavayê Kurdistanê bariya ye, li navçeya Qzamişlo zêdeyî 30 milim û li navçeya Hesekê zêdeyî 60 miliman bariya ye. Li gor heman çavkaniyê ev baran di dema pêwîst de bariya ye dê zeviyên genim sûdeke zêde baş jê bibînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin