Li Qamişlo parêzerê Hesekê bi serokatiya Pêşverû re civiya

Li Qamişlo parêzerê Hesekê bi serokatiya Pêşverû re civiya

Di civîna ku li baregeha (Pêşverû) li Qamişloyê birêveçû, sekreterê partiyê Abdelhemîd Derwîş û çend endamên payebilind ên partiya navbûrî beşdarbûn.

A+A-

Duh (16.12.2016) li bajarê Qamişlo, komîteya ewlekariyê ya bi ser rejîma Esed ve li Cizîrê bi serokatiya parêzerê rejîmê li herêmê Cayiz Sewade Al Mûsa li gel seokatiya Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê (Pêşverû) civiya.

Di civîna ku li baregeha (Pêşverû) li Qamişloyê birêveçû, sekreterê partiyê Abdelhemîd Derwîş û çend endamên payebilind ên partiya navbûrî beşdarbûn.

Di civîneka çapemenî de, ku çend endamên serkirdayetiya (Pêşverû), piştî bidawîbûna vê civînê lidarxistin, Ahmed Berkat, Endamê polîtburoya partiyê ragihand ku rejîm piştevaniya dawetnameya Rusiyayê jibo partiyên Kurdistana Sûriyê jibo serdana balfirgeha "Hmêmîmê" dike.

Hêjayî gotinê ye ku Generalê rûs ku rêveberiya bingeha leşkeriya rûsî li Hmêmîmê dike dawetnameyek jibo 24 partiyên Kurdistana Sûriyê şandibû jibo serdana Hmmîmê bikin "bi mebesta çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê bi rejîma Esed re", lê ENKS û partiya Pêşverû ev dawetnameya Rûsiyayê red kirin.

Tiştê balkêş ew ku dawetname bi navên partiyan, ne bi navê ENKS yan TEVDEMê hatine şandin, û ev nişane ku Rûsiya, mîna rejîma Esed, van herdû hêzên kurdî bi fermî nasnake.

Roja 14 vê mihê partiyên rêveberiya xweser a bi ser PYD ve, û her yek ji partiya Al Wehdê bi serokatiya Mihiyeddîn Şêx Alî, û Al Partî ya Nisreddîn Ibrahîm bi rêya balefirgeha Qamişloyê berê xwe dane Hmêmîmê, lê, heta nuha, tu agahî li ser civînên wan li wir, bi rûs û istixbaraên rejîmê re, nehatine bidesxistin.(E.B)

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin