Li PAKa Wanê bîranîna Komara Mahabadê

Li PAKa Wanê bîranîna Komara Mahabadê

Îro li Teşkîlata Wanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 73yemîn salvegera damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, panelek hat lidarxistin.

A+A-

Îro 20ê Çileyê li Teşkîlata Wanê ya PAKê, bi hilkefta bîranîna ezmûneya Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed panelek hat lidarxistin.

Hereketa Azadî, Nivîskar û Weşanger Kahir Bateyî û Xalid Sadinî, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û gelek partî û kesayet beşdarî civînê bûn.

Di panelê de Endamê PAKê Hüsamettin Acar bi tirkî, Nivîskar û weşanger Kahir Bateyî jî bi kurdî behsa damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, liv û tevgerên siyasî û civakî ya Pêşewa Qazî Mihemed û tevlîbûna Mele Mistefa Barzanî bo şoreşa Mahabadê û pêvajoya dewletbûnê û damezirandina sazî û dezgehên wekî kovar, rojname, komele, radyoyan hat kirin.

Herdu axaftvanên Acar û Bateyî ezmûneya Komara Mahabadê bilind nirxandin û gotin ev ezmûne kiriye ku bo 'mafê diyarkirina gelan ji aliyê wan bixwe ve' bû weke hîmekê û cara pêşî bû ku tevgerek ji aliyê rêxistineke siyasî ve hat organîzekirin û mirovên ji beşên cuda yên civakê, wek eşîr, rêberên olî, şarezayên bajarî anîne cem hev.

wan2.jpgwan3.jpgwan4.jpgwan5.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin