Li PAKa Batmanê salvegera raperîna Qamişlo hate bibîranîn

Li PAKa Batmanê salvegera raperîna Qamişlo hate bibîranîn

Îro 12ê Adarê li Teşkîlata PAKê ya Batmanê bi hilkefta 14emîn salvegera raperîna Qamişloyê, digel rêvebir, endam û dostên PAKê û her wiha hin ji Binxetê bîranîn û semînerek hate lidarxistin.

A+A-

Pêşî Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mêvanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo yên Qamişlo rêz hate girtin û Sirûda Netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Bername bi temaşekirina du belgefilmên ku di rojên bûyerê de hatibûn qeydkirin berdewam kir. Paşî bi amadekariya  Keko Osman semîner destpê kir.

pak-bat-1.jpg

 

Keko Osman di destpêkê de got:

"Di baweriya min de her çar dagirkerên Kurdistanê ji mêj ve ta roja îro di metirsîyekê de ne, ku wê rojekê Kurdistan azad bibe. Lewra jî her dem hêzên wan ên parastinê di jêrzemînan de pîlanan li hember kurdan dihûnin û di amadeyî de ne, bi taybetî dema ku serhildanek, şoreşek, raperînek li perçeyeke ji Kurdistanê destpê dibe, vêca dagirkerên hersê beşên dîtir ên Kurdistanê dest bi gefan, pîlanan û behanan dikin da ku bandor û navtêdana wan guherînan negihîje kurdên beşên di bin destên wan de."

"Vêca eger em li dîrokê vegerin û nexşeya bûyeran di wê qonaxê de di ber çavan re derbas bikin û nemaze ji raperîna 1991-2004an û taybetmendiyên wê qonaxê û guherînên ku li Başûrê kurdistanê destpê kirin. Ev guherîn cihê diltengiyê bûn li ba dagirkerên beşên dîtir ên Kurdistanê û bi taybetî li Sûriyê ku roleke wan guherînan ya sereke hebû li ser geşkirina hestên netewî û tevgerê bi giştî jî. "

"Bandora van guherîn û destkeftinên li Başûrê Kurdistanê li xweşiya desthilata Sûriyê nediçû û ketibûn metirsiyekê ku ev bidestxistinên kurdan derbas bin Kurdistana Sûriyê jî, lewra hêzên parastinê, ewlehiyê û yên peywendîdar ên Sûrî di jêrzemînan de dest bi amadekirin û hûnandina pîlanan kiribûn da ku rê li Kurdistana Sûriyê bibirin û asteng bikin û bêjin wan eger hûn Başûrê Kurdistanê piştgir ji xwe re dibînin, hûn xewnan dibînin, vêca ev hêzên pîlanker li hêviya derfetekê bûn ku pîlanên xwe cîbicî bikin û nama xwe bighînin kurdên Kurdistana Sûriyê."

Roja Buyerê di destpêkê de "Di 12ê adara 2004an de ciwan û cemawerê lîstikvanê yaneya Cîhad a sporê ya bajarê Qamişlo li hêviya hevrikê xwe yaneya Fitiwê ya bajarê Dêrazorê bûn.

Weke her car yaneya Dêrazorê berî bi rojekê gihiştibû bajarê Qamişlo, pêre nêzî 2000 cemawerê wê û li otêlên nav bajêr bi cih bibûn, lê êvarê di kolanên Qamişloyê de dest bi xwepêşandanan kirin û bi hildana wêneyên gorbûyî Sedam Hûseyn serokê Îraqê xwediyê wan tawanên giran li Başûrê Kurdistanê û di heman demê de gef, dijûn û sivkayî bi serokên kurdan û sembolên wan (Mesûd.B, Celal.T, Ebdella.O) dikirin, vêca vê tev piştrast dikir ku pîlan baş hetiye amadekirin.

Roja din li ber çavên hêzên ewlehiyê û istixbarata Sûriyê ew cemawerê yaneya Dêrazorê bi tûrik û torbên dagirtî ji keviran û bi qutedaran derbasî yerîgehê dibûn, vêca di destpêka lîstikê de û pêşber wan hêzên parastinê, wî cemawerî, bi çavsorî, gef xwarin xwe rakişandin cemawerê yaneya Cîhad.

"Di heman demê de parêzgerê parêzgeha bajarê Hesekê gihiştibû cihê bûyerê û teqîna çekan rastearst dest pê kiribû, ta tê gotin ku guleya pêşî parêzger bi xwe dest pê kiribû û çend ciwan şehîd ketibûn.

Adinî rojê dema ku milet xwest pakrewanên xwe veşêre piştî ku ew bi ala rengîn xemilandibûn, carek din rê li wan hate girtin ji aliyên hêzên dewletê ve û gule rasterast li kolanên Qamişloyê li milet hate reşandin û pakrewana bi dehan û birîndar bi sedan û girtî bi hezaran çêbûn.

Vêca tevlî hewldana dorpêçkirin û nuxumandina wê komkujiyê û aloziyên ragihandinê, pirîsk û agahiyên wê serhildanê ji bajarekî derbasî yên dîtir dibûn ta ku ne tenê bajar û bajarokên herêmên kurdî tenê, lê belê paytexta rêjîmê Şam bi xwe hejand û sînor jî derbas kirin û cîhan tev da ber xwe."

pak-bat-3-.jpg

Piştî seminerê Seydayê Gurdîlî ku ku wê demê li ser Raperîna Qamişlo helbestek nivîsandibû xwend.

Di dawiya semînerê de wek vîdyo ku keçeke 7-8 salî di bîranîna Raperîna Qamişlo da li Qamişlo pir bi hestiyarî hatibû xwendin  hat guhdarîkirin.

Bîranîn û seminer bi berhemdar dawî bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin