Li PAKa Batmanê Komara Kurdistanê hat bibîranîn

Li PAKa Batmanê Komara Kurdistanê hat bibîranîn

Di 73yemîn salvegera xwe de, Komara Kurdistanê ya Mahabadê, li Teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê jî hat bibîranîn.

A+A-

Di destpêkê de Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir axivî û got:

"Îro 73yemîn salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Lê hêj wekî ku duh qewimî be zindî ye di hişê miletê Kurd de ye. Mahabad, bi hemû hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye. Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezemet û mezinahiya Pêşawa heyran maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mehabada Kurdistanê. 

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom...Bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn.

Lê Kurd dîsa ji wê xweliyê vejiyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê...Hesret û daxwaza Xanî, piştî sêsed û tiştek salî pêk dihat û kurê Mehabadê Barzanî ew al li asoyê felekê dihejîne...

Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mehabad, Pêşawa, Barzanî...  

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê... bû nîşan û şîara serhildan û serbilindiyê...

Pêşawa: Bû rêberê doza kurdayetiyê û şîarê serxwebûna dîn û welat... 

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê...

Em bi hemî hestên xwe yên kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! Û tu her payidar bî di dilan de ey Mehabada pîroz! Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin û rêzên li ber wan digirin... "

Piştî vê daxuyaniyê Sirûda Neteweyî (EyReqib) hat xwendin. Aziz Özdemîrî daxuyaniya PAKê xwend.

Dûvre, Seydayê Gurdilî (Mele Emeddin)  li ser diroka Komara Kurdistanê (Mahabadê) û Qazî Mihemed axaftineke taybet kir û helbestek xwend.

Dûvre Wesiyeta Qazî Mihemed, ji beşdarvanan re hat belavkirin û ji aliyê Hamdusena ve hat xwendin.

Paşî belgefilmeke bi navê "Komara Kurdistanê Mahabadê" hat temaşekirin.

Bername bi pirs û bersivan berhemdar bi dawî bû.

batman-pak1.jpgbatmanpak2-001.jpgbatman-pak-3.jpgbatman-pak-4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin