Li Nîjeryayê lehî rabû: 26 kes mirin

Li Nîjeryayê lehî rabû: 26 kes mirin

Li welatê Afrîkaya Rojava, Nîjeryayê lehî rabû: 26 kes mirin, 30 kes winda bûn

A+A-

Li paytexta Nîjeryayê Abuja û li bajarê Nîgerê piştî baranê lehî rabû û 26 kes di encama lehîyê de mirin.

Dîrektorê Rêvebira Ajansa Rewşa Hawarê ya Nijeryayê (SEMA) Alhajî Îbrahîm Ahmed Înga daxuya kirin ji doh heta îro baranê dom kirîye û ev jî bûye sedema lehîyê. Înga got 11 kes mirine û 6 kes jî winda bûne, xebatên lêgerîn û xilaskirine li heremê berdewam e.

Li gor agahîyan heremên girêdeya paytext Abujayê, li Suleja û Gwagwalayê jî di encama lehîyê de 15 kes jîyana xwe ji dest daye û 30 kes jî winda bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin