Li Nîjerê êrîşî leşkergehê kirin: 70 leşker hatin kuştin

Li Nîjerê êrîşî leşkergehê kirin: 70 leşker hatin kuştin

Li herêma Tillaberîyê ya ku dikeve rojavayê Nîjerê êrîşî leşkergehekê kirin û 70 leşker hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeyên medyaya herêmî ku dispêrin çavkanîyên ewlehîyê, grûpeke çekdar li herêma Tillaberîyê ya rojavayê Nîjerê duh êvarê êrişî leşkergeha li bajarê Inatesê kir.

Leşker amade dibûn ku nimêja mexrebê bikin û wê demê çekdarên bi otomobîlên ku çekên giran dabûn ser û motosîkletan êriş birin ser leşkeran.

Leşkeran bersiv da, lê çekdar heta nîvê şevê dora leşkergehê girt. Piştî ku hêza piştevanîyê hat şandin, çekdar paşê revîn.

Hêj ti daxuyanîyeke fermî nehatîye dayîn, lê çavkanîyên ewlehîyê dibêjin ku herî kêm 70 leşker hatine kuştin, ji çekdarn jî 57 kes hatin kuştin. Li gor gotinê gelek leşker jî winda ne.

Serokomarê Nîjerê Mahamadou Issoufou jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuîyanî da û got ku ji ber êrîşê ew dê zîyareta xwe ya Misrê bi dawî bike û vegere welatê xwe.

Li hin herêmên Tillaberîyê ji sala 2017an vir ve Rewşa Awarte hebû û duh jî li herêma Tahouayê ya wî welatî êrîşî baregeheke leşkerî kiribûn, 3 leşker hatibûn kuştin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin