Li Mêrdînê qedexe!

Li Mêrdînê qedexe!

Li Mêrdînê hemû cûre çalakî bo maweyê 30 rojan hatin qedexekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya parêzgarîya Mêrdînê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.

Herwiha maweyê qedexeya li ser wî bajarî jî weke 30 roj hatîye destnîşankirin ku îro (16.11.2019) dest pê dike û 30 rojan wê berdewam bike. Hatîye dîyarkirin ku di vê heyamê de dê rê tenê bi çalakiyên parêzgarîyê bê dayîn.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku egera wê heye li sînorên wî bajarî çalakî, civîn û xwepêşandan bên encamdan û herwiha hatîye gotin, bi “mebesta parastina can û malê welatîyan” ev biryar hatîye girtin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e jibilî qedexeyên derketina derve, qedexeyên encamdana xwepêşandan, civîn, vekirina stand û konan, konferansên rojnamevanîyê û hemû cûre çalakîyên din bi hincetên cuda tên ragihandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin