Li Mêrdînê gundek hat kerentînekirin

Li Mêrdînê gundek hat kerentînekirin

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê gundekî din hat kerentînekirin. Gundê Risîn ê ser bi bajarokê Mehsertê ve ji ber vîrus a Koronayê hat kerentînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronaya nû COVID-19, kerentînekirina gund û taxan li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Herî dawî li gundê Risîn ê navçeya Mehsert a Mêrdînê piştî ku testa Koronayê ya 8 welatîyan pozîtîv derket, ji alîyê qeymeqamîyê ve heta biryareke din gund hat kerentînekirin û ji xeynî rewşên awarte ketin û derketina ji taxê hat qedexekirin.

Li gor daxuyanîya ji alîyê Qeymeqamîyê ve hatîye belavkirin, armanca kerentînekirinê parastina xelkê û rêgirtin e li belavbûna vîrus a Koronayê.

Herwiha hatîye ragihandin ku ji xeynî rewşên awarte heta biryareke din ketin û derketina ji gund hatîye qedexekirin.

Li alîyê din kerentîneya li gundên Tibyada Qoserê,  Qesra Ehmed, Qurdîs û Gundê Bernîşt ên Artuklu, mezraya Heramîye ya Dêrika Çîyayê Mazî, Dera Metîna ya Şemrexê û Barmana Stewrê yên Mêrdînê berdewam e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin