Li Licê bi hezaran sewal şewitîn

Li Licê bi hezaran sewal şewitîn

Li navçeya Licê ya Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber nehat vemirandin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin.

A+A-

 

Li navçeya Licê ya Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber nehat vemirandin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin. 

 Li navçeyaLicê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di roja 28.07.2020an de li daristanan jiber operasyonên leşkerî şewat derket. Lê jibo vemirandina êgir ti mudaxalê nehatin kirin û êgir zevîyên gundîyan jî şewitand.

Welatîyên gundên Derxust, Sisê, Cinezûr, Cimar û Henyatê bi derfetên xwe êgir vemirand û piştî encama vemirandinê dîtin ku bi hezaran sewal ji êgir mirine. Li gor agahîyan gelek sewal jî herêm terk kirine. Dîsa sewalên hêk kiribûn û kurk ketibûn tenê hêkê wan ên birajtî li pey wan mane.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin