"Li Kurdistanê 1 680 000 penaber û koçber hene"

"Li Kurdistanê 1 680 000 penaber û koçber hene"

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Li herêma Kurdistanê nêzîkî 1 680 000 penaber û koçber hene

A+A-

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:  Li herêma Kurdistanê nêzîkî 1 680 000 penaber û koçber hene.

Ji meha tîrmeha sala 2015ê û heta naha sê hezar penaberên kurdên rojavayê Kurdistanê bo bajarê Kobanê vegeriyane ku, piştî bûyerên Suriyê 249 hezar penaber ji wî welatî hatibûn herêma Kurdistanê û 40% ji wan penaberan li 9 kampan di jî û 60% jî li derveyî kampan dijîn.

Rêvebirê rêvebiriya Koc û Koçberan a herêma Kurdistanê Şakir Yasîn behsa pirojeyên xwe yên digel UNHCR bo alîkarîkirina penaberên Suriyê dike û dibêje ku hejmareke wan penaberan bi awayekî fermî ji bo welatê sêyem hatine guhastin û hejmareke mezin jî bi rêyên qeçaxî ber bi welatên Ewropayê ve çûne.

Yasîn behsa penaberên kurdên rojhilata Kurdistanê dike û dibêje ku, ji sala 1991ê were penaberên rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê hene û hijmara wan digehe şeş hezar kesan û piraniya wan li kampên Barîke, Kawe û Behirkê û li hin deverên din derveyî kampan dijîn.

Li gor rêvebirê rêvebiriya koç û koçberan nêzîkî 11 hezar penaberên kurdên bakurê Kurdistanê li herema Kurdistanê û bi taybetî li bajarokê Mexmurê hene û nêzîkî 1500 kesan jî li deverên wîlayeta Duhokê dijîn ango timamiya penaberên bakurê Kurdistanê dike 12,500 kes.

Li herêma Kurdistanê nêzîkî 40 kamp ji bo hewandina penaber û koçberan hatine çêkirin û piraniya wan li gor standardên navdewletî hatîne avakirin, hijmara koçber û penaberên herêma Kurdistanê di nava sala 2015-2016 nêzîkî 1,680,000 kes in û piraniya wan li wîlayeta Duhokê dijîn  û 15% ji wan li kampan de dijîn û 85% jî li derveyî kampan  in. Li Hewlêr û Silêmaniyê nêzîkî 97% ji koçber û penaberan di nav kampan de dijîn.

Yasîn dibêje ku, heta nuha navê 250 hezar kesan hatiye qeyd kirin ku vegeriyane herêma Kurdistanê û ji bona ku bikaribin li Kurdistanê xwe li ser lingên xwe bigirin parçeke erdî û 20 milyon dînar bi wan hatine dan, ev ewin yên ku piştî sala 1991ê ber bi Ewropayê koç kiribûn û paşî vegeriyana welatê xwe.

Rêvebirya koç û koçberan pirojeyek amada kiriye û ji Neteweyên Yekgirtî û ajansên ser bi wê saziya ve henartiye, ew pirojeye dê dûvçûnê li ser biqaçaxbirina mirovan, komkirina zaniyariyan li ser wan kesên windane, serdankirina wan kesên di zîndanên Yunan û Bulgaristanê de ne û vegerandina cenazeyên wan kesên li welatên din hatine veşartin, bike.

Ew berpirsê rêvebirya koç û kçberan dibêje ku  di nava sê mehên yekem ji sala 2016ê de nêzîkî 890 kes vegeriyna herêma Kurdistanê ku bi rêyên qeçax çûbûn Ewropayê û mafê penabiriyê pê nehatibû dan.  Di nava sala 2003ê de 40 hezar kes vegeriya bûn û bi tenê di nava sala 2015ê de 3800 kes vegeriya bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin